Keleka penaberan li Gola Wanê noqî avê bû: 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan

Li ser Gola Wanê kelekeke ku penaber vediguhestin, noqî avê bû. Hat zanîn ku di encamê de 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan

Li nêzî navçeya Elcewaz a Bedlîsê li ser Gola Wanê kelekeke ku penaber vediguhestin noqî avê bû. Hat zanîn ku di kelekê de nêzî 70 penaber hebûn û di encamê noqîbûna kelekê de 7 penaberan jiyana xwe ji dest dan.

Hat zanîn ku xebatên rizgarkirinê didomin û gelek welatî hatine rizgarkirin. Li gorî agahiyan, kelek ji ber bayê zêde noqî avê bûye. WAN

Dikarî Biecibînî