Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re careke din serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re, di sala 2020’an de serlêdana yekemîn kirin. Ji parêzerên Ocalan, Newroz Uysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica piştî 8 salan di 2’yê gulanê, di 22’yê gulanê, di 12’ê hezîranê, di 18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxê de li Girava Îmraliyê hevdîtin pêk anîbûn.

Serlêdanên parêzeran ên ji 7’ê tebaxê şûnve hemû bêbersiv hatin hiştin. STENBOL

Dikarî Biecibînî