Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parezerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi boneya bi muwekilê xwe re hevditin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F  a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarıca, piştî 8 sal şûnde di 2- 22’ê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7’ê Tebaxê hemû serlêdan bên bersîv tên hiştin. STENBOL 

Dikarî Biecibînî