Dayikên Şemiyê: Berpirsyarên Komkuiya Basayê bidarizînin

Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê di 772’yemîn de ji li Stenbolê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kujerên wan bên dîtin, çalakî li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de qurbaniyên Komkujiya Basayê hatin bibîranîn û hat xwestin ku berpirsyarên wan bên dîtin û darizandin

Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê ji bo ku kesên ji hêla dewletê ve hatine windakirin bên dîtin û ji kujerên wan hesab bê pirsîn, di hefteya 772’yemîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Dayikan xwest ku çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin lê li ser astengkirina polîsan, çalakî li Kolana Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê hate lidarxistin. Di çalakiyê de dayikan tîşortên ku wêneyên windayan li ser bûn li xwe kirin. Vê hefteyê parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy û parlamenterê CHP’ê Sezgin Tanrikulu jî amade bûn.

Di çalakiyê de ji ewil seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî axivî û wiha got: “Vê hefteyê ji bo em Komkujiya Basayê ku dewlet dixwaze binixûmîne û kujeran biparêze, bi bîr bînin. Li Tirkiyeyê îhlalên bi destê rayedarên dewletê pêk tê, bi awayekî çalak nayên darizandin û nayên cezakirin.”

Komkujiya Basayê

Bi domdarî jî Yolerî bal kişand ser Komkujiya Basayê û ev agahî dan: “Ev bûyer li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî hat xuyakirin. Li gorî rapora şahidan û heyetê; ‘Di 10-12’ê çileya sala 1996’an de leşkeran bi ser gundên Çevrîmlî û Yatagan ên Basa ya Şirnexê de girtin. Di serdegirtina gundan de welatî Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytûllah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin. Birin Tabûra Leşkerî ya Cendirmeyan a Taşkonakê. Cendirme, di 15’ê çileya 1996’an de li keyayê Koçyurduyê û di heman demê de cerdevan Mehmet Oner geriyan û gotin ku dê binçavkiriyan serbest berdin û minubusek xwest. Li ser vê yekê Oner dikeva şikê û ajokar bi tenê neşand. Li gel ajokar, cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemîr jî şandin. Dema ajokar Ramazan Nas bi dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 çû Tabûra Fermandariya Cendirmeyan a Taşkonakê, di rêde rawestandin û kuştin. 4 cerdevan û 6 gundî bi giştî 10 kes kuştin û bedena wan bi qoltixên seyareyê ve girêdan û şewitandin. Ewil gulebaran kirin û piştre şewitandin. Ajokarê dolmîşê ku xwest bireve piştre leşkeran gule lê reşandin û kuştin. Cenaze nedan malbatan. Piştre ji aliyê leşkeran ve bi komî definkirin.”

Manîpulasyona dewletê

Yollerî bal kişand ser manîpulasyona bûyerê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serfermandariya Artêşê di 16’ê çileya 1996’an de li gel hin rojnamegeran bi helîkopterê çûn Basayê. Serbaz Oguz Kalelîoglu li cihê bûyerê daxuyanî da rojnamegeran û got; ‘PKK’ê ev komkujî pêk anî. Agirbesta ku îlan kiribûn xerakirin.’ Li cihê bûyerê tenê 20 deqîqeyan rawestiyan. Destûr nedan ku gundî û şahidên bûyerê biaxivin. Piştre heyeta ku ji ÎHD’ê û Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê. Agahiyên ku şahidan dan li dijî agahiyên serbaz bûn. Li gorî lêkolînê derket holê ku ne PKK’ê hêzên dewletê ev komkujî pêk anî ye. Malbatan serî li DGM’a Amedê, walîtiya OHAL’ê û serfermandariyê dan. Lê encam nehat aşkerakirin. Hemû serlêdan û hewldan bêencam man. Bûyer birin DMME’yê. DMME’yê Tirkiye mehkum kir. Di sala 2009’an de wezîr Adnan Ekmen got; ‘Dema bûyer hat lêkolînkirin dewlet derket.’ Karê JÎTEM’ê bû. Di sala 2012’an de fermandarê Yekîneya Cendirmeyan a Şirnexê serbaz Ozcan Tozlu, di darizandina Ergenekonê de dema wekî şahid îfade da, di dadgehê de wiha got; ‘Beyî destûra leşkeran çûk jî nedihatin firandin.’ Komkujiya Basayê bi destûra fermandarê Tugaya Piyade ya Akçayê Serheng Selahattîn Ugurlu ve hate kirin. Di çavdêriya tîma Rizgarkirin û Lêgerîna Muharebe ya Serheng Levent Goktaş de pêk hat. Ji aliyê Ahmet Ozalp û 6 cerdevanên xizmên wî pêk hatin. Lê heta niha kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin.”

 

Di çalakiyê de keça Ahmet Kaya, Emîne Kaya Erbek jî axivî û ev tişt anî ziman: “Êdî bes e. Ev dê heta kengî wisa bidome. Em êdî nikarin vê yekê rakin. Em êdî edaletê dixwazin. Lê li vî welatî edalet tune ye. Em li vir dikin qêrîn. Lê kesekî ku dengê me bibihîze tune ye. 25 salin em li hestiyên xwe digerin. Hestiyên me jî nadin me.”

Neviya Ahmet Kaya, Fatma Kaya jî helbestek xwend.

Dayika Ferhat Tepe, Zubeyde Tepe jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Ev 25 sal in em li edaletê digerin. 25 salin Ferhat Tepe û windayên din hêj nehatine dîtin. 25 salin em dikin qêrîn. Lê dewlet wekî ker û lal tevdigere.”

Çalakî bi axaftinan bi dawî bû. STENBOL

Dikarî Biecibînî