‘Gulistan rojek beriya ku winda bibe bi Abarakov re hevdîtin kir’

Xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ev 8 roj in li Dêrsimê winda ye. Hevalekî Doku da zanîn ku Doku rojek beriya ku winda bibe bi hevalê xwe Zaînal Abarakov re hevdîtin kiriye. Hat zanîn ku di navbera Doku û Abarakov de pevçûn jî derketiye

Xwendekara Beşa Gihandina Zarokan a Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Zanîngeha Dêrsimê Gulistan Doku ev 8 roj in winda ye. Agahiya dawîn a têkildarî Doku, di lêkolîna ku ji aliyê parêzerên Baroya Dêrsimê ve li ser qeydên sînyalên HTS’ê hatiye kirin de hatiye tespîtkirin. Li gorî van qeydan, Doku di 5’ê çileyê roja înê de li Taxa Ataturkê saet di 16.29’an de bi qasî 4 saniyan li ser telefonê bi hevalê xwe Zainal Abarakov re hevdîtin kiriye.

Li ser vê yekê parêzeran bi malbata Doku re qeydên hevdîtina telefonê pêşkêşî walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê kirin. Piştî vê pêşkêşkirinê, walîtî û Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê daxuyanî dan û îdia kirin ku lêgerînên wan ên têkildarî Doku bi baldarî û bênavber didomin. Li gel van daxuyaniyan jî ev 8 roj in lêkolîn tenê li derdora Gola Bendava Uzun Çayir û Pira Dînarê tên kirin.

Hevalê Doku (Dildarê wê), Zaînal Abarakov (23) bi eslê xwe rûs e û li gel zirbavê xwe yê polîs ku li Dêrsimê dixebite, dimîne. Abarakov ev nêzî 4 salin li Dêrsimê bi zirbav û dayika xwe re dimîne. Hat zanîn ku Doku û Abarokov li kafeya ku lê dixebitiya hev nas kirine. Lê demek piştre ji ber pirsgirêkan têkiliya xwe qut birîne. Hat zanîn ku ji ber qutkirina têkiliyê, di navbera Doku û Abarakov de pirsgirêk derketine.

Kesekî ku pirsgirêkên di navbera Gulistan û Abarakov ji nêz ve dizane û nexwest navê xwe bide ji MA’yê bi Semra Turan re axivî. Têkildarî mijarê vî kesî ev agahî dan: “Abarakov, ji me re qet qala jiyan û malbata xwe nekir. Ji ber vê jî em zêde nas nakin. Car bi car destûr digirt û derdiket derveyî bajar. Rojek beriya ku Gulistan winda bibe jî li taxa Ataturkê li ber derê mala wan hevdu dîtin. Dayika Abarakov xwest ku bikevin avahî û li wir bi axivin. Axaftina wan li wir domiya. Piştre bi şev saet derdora 11.00’an de Gulistan ji malê derket. Zirbavê Abarakov xwest ku Gulistanê bi seyareya xwe deyne malê. Gulistan di serî de meşiya lê piştre Abarakov jê xwest ku li seyareyê siwar bibe. Gulistanê nexwest li seyareyê siwar bibe û ji ber vê jî di navbera wan de pevçûn derket.

Bi agahdarkirina welatiyên derdorê jî polîs hatin cihê bûyerê lê Gulistanê got ku gilîdar nîne. Ev rewş ji zirbavê Abarakov jî re hate ragihandin. Ji ber ku derengiya şevê bû, Gulistan li mamosteyekî xwe geriya û jê xwest ku were wê bibe. Wê şevê li cem mamosteyê xwe ma. Di serê sibehê de jî ji mamosteyê xwe re dibêje dê biçe wargehê. Lê ji ber nêzbûna min û Gulistan, Abarakov ji min re peyam şand û serboriya di navbera xwe û Gulistan de ji min re vegot. Got ku ji rewşa Gulistanê bifikare. Di wê kêliyê li Gulistanê geriyam û min jê xwest ku dema em hatin cem hev mijarê bi min re parve bike. Piştî vê axaftinê lê geriyam lê min xwe negihandê. Lê di vê navberê de Gulistan ji bo hevdîtinê diçe cem Abarakov. Li wir di navbera wan de çi hatiye axaftin nizanim. Li gorî ragihandinên Abarakov, ‘Ji ber qewimînin bi şev ên di navbera wan de ji bo lêborînê çûye cem.’”

Li gorî agahiyan, hîndekarê zanîngehê C.A. ji xwendekarên ku dereng dihatin waneyê 5 lîre distandin. Her çiqas xwendekarên zanîngehê ji vê rewşê aciz jî bin, ji bo ku di waneyê de nemînin ev pereye didan. Xwendekarên ku ji vê rewşê aciz gelek caran serî li Rektoriyê dan û ji van sê xwendekaran yek jî Gulistan Doku bû. Hat zanîn ku ev pirsgirêk jî yek ji pirsgirêkên Doku bû. Di daxwaznameya Doku de jî ev tişt ji Rektor re hatiye gotin: “Dema em piştî mamoste dikevin polê, 5 TL’yan ji me dixwaze. Dema em pere nedin nikarin bikevin polê. Weke xwendekareke burs digirim nikarim vî pereyî bidim. Ji destpêka serdemê ve bi vê pirsgirêkê dikevim dersê. Ji ber tirsa bêberdewamiyê hevalên min dengê xwe dernaxin.”

Li ser daxwazanemeyê der barê mamosteyê navborî de lêpirsîn tê destpêkirin. Piştî vê yekê mamoste jî gefan li xwendekarên ku daxwazname dane dixwe û dibêje ku dê wan di polê de bihêle. Xwendekaran da zanîn ku vê rewşê gelek bandor li Doku kiriye û beriya teslîmkirina daxwaznameyê bi mamoste re hevdîtin kirine lê tu encam negirtine. Tê gotin ku mamoste bi gotina; ‘Hûn nikarin 5 TL’yan bidin’ biçûk xistiye û ji ber vê yekê Gulistan gelek caran nehatiye dibistanê. DÊRSÎM

Dikarî Biecibînî