MARDEF: Divê Elîf Kisa di zûtirin dem de bê berdan

Navenda Nûçeyan

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Gurgumê (MARDEF) bi daxuyaniyekê xwest ku rêvebera HDP’a Elbistanê Elîf Kisa demildest bê berdan û diyar kirin ku heta ku Kisa tê berdan dê bi awayeke xurt xwedî li berxwedana kurê wê derkevin

Federasyona Komeleyên Demokratîk a Gurgumê (MARDEF) têkildarî rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elbistanê Elîf Kisa daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Rêvebera HDP’ê ya Elbistanê Elîf Kisa û Bekîr Kaya 40 roj in bi rengekî neheq û bêhiqûqî girtî ne. Du zarokên astengdar ên Elîf Kisa hene û kurê wê Ahmet Kisa tevî ku di axaftinê de astengdar e, li dijî ‘girtina zalimane ya dayika xwe’ bi rojane bi biryardarî li ber xwe dide.”

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku heta Elîf Kisa bê berdan dê bi xurtî xwedî li berxwedana kurê wê Ahmet Kisa derkevin û ji bo vê jî bang kirin.

Dikarî Biecibînî