Li Efrîn û Ezazê 3 çete hatin kuştin

Navenda Nûçeyan

HRE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundên Efrîn û Ezazî çalakî pêk anîn û di encama çalakiyan de 3 çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên hêzên wan ên di 13 û 15’ê çileyê de li Efrîn û derdora wê pêk anîn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HRE’yê da zanîn ku hêzên wan di 13’ê çileyê de li derdora gundê Kil Cibrîn ê Ezazê de li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker çalakiyeke sekvaniyê pêk anî û çeteyek kuşt. HRE’yê daxuyand ku di 15’ê çileyê de jî hêzên wan li derdora gundê Vîlla Qadî yê Şera ya Efrînê li dijî seyareyekî çeteyan çalakî pêk anîn û di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û seyare jî hate rûxandin.

Di berdewamê de jî HRE’yê destnîşan kir ku hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê jî gundên Malikiyê, Merenaz û Şewarxa yên Şerayê bi obus û hawanan bi dijwarî topbaran kirin. HRE’yê diyar kir ku tevgera balafirên keşfê yên artêşa tirk a dagirker a li ser herêmê jî didome.

Dikarî Biecibînî