Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Mexmûrê dikin

Komên çete yên girêdayî DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva çetayan da û şer didome

Komên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê îro êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kir. Li ser vê yekê jî Hêzên Parastina Cewherî yên wargehê bersiva êrîşa çeteyan da û şer derket.

Hat zanîn ku di van kêliyan de di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê de şer didome.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 28’ê çileyê de jî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kiribûn. MEXMÛR

Dikarî Biecibînî