Dewleta tirk Şehba û Efrînê bi dijwarî topbaran dike

Dewleta tirk û çeteyên wê ji serê sibehê ve gundên navçeyên Şera û Şêrawayê û navçeya Til Rifat a Şehbayê topbaran dikin

Navenda Nûçeyan |

Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Di vê çarçoveyê de hêzên dagirker ji ber serê sibehê saet 04.30’an ve ve topbaraneke giran li ser herêmên Efrîn û Şehbayê dikin.

Êrîş li dijî gundên Meranaz, Alqemiyê, Til Ecar, Kefer Antûn, Tinebê, Îrşadiyê, Dêrcmêl, Aqibê, Bênê, Soxanekê, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Hîlal, Kefer Neya û Hirblê yên herêmên Til Rifat û navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê tê kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, di encama topbaranê de sivîlek şehîd bû. Her wiha balafirên keşfê yên dewleta tirk li ser herêmên Şehba û navçeyên Şêrawa û Şerayê digerin.

Dikarî Biecibînî