HRE: 5 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên artêşa tirk a dagirker du çalakiyên sabotajê pêk anîn û di van çalakiyan de 5 çete hatine kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li ser çalakiyên hêzên xwe yên li dijî çeteyên li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gundê Meryemîn ê navçeya Şera û qada Marê roja 3’yê sibatê li dijî çeteyên artêşa tirk du çalakiyên sabotajê pêk anîne û hat diyarkirin ku di her du çalakiyan de 5 çete hatine kuştin û 3 çete jî birînda bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku çete û artêşa dewleta tirk a dagirker bi obus, hawan û tankan bombardûmaneke giran li gundên navçeyên Şêrawa û Şera û Şehbayê kirin û her wiha balafirên keşfê û şer li herêmê geriyane. EFRÎN

Dikarî Biecibînî