Temellî: 100 sal in dijminatiya zimanê kurdî dikin

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê rexne kir û diyar kir ku derdek îktîdarê tenê tunekirin destkeftiyên kurdan e. Her wiha Temellî astengî û qedexeyên li hemberî zimanê kurdî jî rexne kir û da zanîn ku ev 100 sal in dijminatiya zimanê kurdî dikin

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di civîna koma partiya xwe ya li meclisê de axivî û têkildarî rojevên heyî nirxandin kir.

Temellî destpêka axaftina xwe de bal kişand ser serdana xwe ya navçeya Cizîrê û wiha got: “Di 7’ê sibata 2016’an de 189 însan li jêrzemînên Cizîrê hatin kuştin. Mixabin lêpirsîna 189 însanan nehat kirin. Hesabê vê yekê nehat pirsîn. Jixwe em ne li benda vê îktîdarê ne ku hesabê vê komkujiyê bipirse. Me wan cangoriyan ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin. Ez carek din li ber cangoriyan bejna xwe ditewînim. Çima li wan jêrzemînan ev felaket qewimî, çimkî planek vê îktîdarê bû. Ev plan jî Plana Têkbirinê bû. Ev plan di 5’ê Nîsana 2015’an de girankirina tecrîdkirinê xistin meriyetê. Pişt re jî komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê pêk hatin. Vê yekê wisa dewam kir û heta îro hat.”

‘Siyaseta demokratîk têk birin’

Temellî da zanîn ku îktîdarê bi planên xwe welat têk biriye û wiha domand: “Bêhiqûqî bi tecrîda girankirî destpê kir. Êdî vê yekê kirine rewşeke asayî. Li her deverê bêedaletî û bêhiqûqî heye. Hiqûqê û darazê têk birin. Bajaran dem û dûz kirin û têk birin. Destnedayîna parlamenteran rakirin û siyaseta demokratîk têk birin. Bi darbeya 4’ê Mijdara 2016’an darbeya herî mezin li siyaseta demokratîk dan. Bi tayînkirina qeyûman li vî welatî aştiya civakî têk birin. Dema em radibin û lê dinêrin dibînin ku ev welat ji ber destê vê îktîdarê ketiye çi halî. Mînaka qeyûman li navçeya me Hezexê baş tê dîtin. Li aliyekî fermandarê cendirmeyan û li aliyekî jî amirê emniyetê. Va ye wêneyê Tirkiyeyê ev e. Hûn nikarin wêneyek wiha di sepanên darbeya 12’yê Îlonê de jî bibînin. Rastiya ku welat gihîştî ye ev e. Serkeftina Plana Têkbirinê ev e. Li vî welatî li ser navê siyaseta demokratîk tiştek nema ye. Tiştek li ser navê aştiya civakî nema ye.”

‘Cerdavaniyê li kolanan bi cih kirin’

Di berdewama axaftina xwe de Temellî pergala ku hikûmet dixwaze ava bike wek ‘pergala zordest’ pênase kir û wiha pêde çû: “Mekanîzmayên tundiyê didomin. Rabûne rayeya notirvanan mezin dikin. Îktîdar dixwaze tevahiya welat bixe bin kontrola xwe. Bi qanûna notirvanan dixwaze vê bixin meriyetê. Wek pergala cerdevaniyê ya li Kurdistanê îro jî bi qanûna notirvanan cerdevanan li kolanan û kuçeyan bicih kirine. Dixwazin civakê û welat terorîze bikin. Em di nava kabûsek bê dawî de ne. Sedemê vê kabûsê îktîdar bi xwe ye.”

‘Derdê wan tenê têkbirina destkeftiyên kurdan e’

Temellî bal kişand ser polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, hikumetê rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema îro em li Idlibê dinêrin wêneyê herî dawî yê hemû meseleyan di Idlibê de xwe nîşan dide. Nizanin çi dikin. Ji polîtîkayê û pergala cîhanê ne haydar in. Ev îktîdar dixwaze di nava emperyalan de berjwendiyên xwe dabîn bike. Tişta em jê re dibêjin polîtîkaya Sûriyeyê ev yek e. Dixwaze xwe li ser vê bide rûniştandin. Rojek li deriyê Rûsyayê û rojek jî li deriyê Amerîkayê dixe. Îktîdarek dixwaze xwe bi aloziyê têr bike û li ser pêyan bigire li hemberî me heye. Derdê wan tenê ew e ku destkeftiyên kurdan tune bikin. Derdê wan tenê ew e ku dijminahiya kurdan zindî bihêlin û derdê wan tenê ew e ku koka destkeftiyên demokratîk ên gelên herêmê bînin. Va ye bi vê zîhniyetê li Rojhilata Navîn veguherandine qada şewatê û şer. Bi bîdonên destê xwe dibezin vemirandina agir. Xelasî û çareseriya vî welatî bi îktîdarek din pêkan e.”

Dijminahiya li dijî zimanê kurdî

Her wiha Temellî di dawiya axaftina xwe de bal kişand zext û nêzîkatiyên li hember zimanê kurdî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Belê em behsa bîrekê dikin. Em behsa polîtîkayên li ser kurdan tên sepandin dikin. Di esasê xwe de yek ji nêzîkatî û ferasetên zîhniyeta asîmîlasyonger a 100 salî jî ew e ku tehamulî kurdî nakin. Nêzîkatiya li hemberî kurdî tabloya herî diyarker derdixe pêşiya me. Zimanê bi milyonan kurdî ye. Tenê li Tirkiyeyê 25 milyon kurd dijîn û zimanê wan kurdî ye. Dema em li tevahiya herêmê dinêrin, 50 milyon kurd hene. Aqilê em jê re dibêjin îttîhatkar ev aqil e. Di serdema qeyûmên wan de hemû nêzîkatiya xwe li dijî kurd û ziman û çanda kurdî dan nîşandan. Tişta ku aştiya civakî zindî dihêle û li ser pêyan digire, bêguman hemû nasnameyên cuda ne ku dikaribin bi ziman û çanda xwe bijîn. Berevajî vê yekê ne mimkin e ku em dikaribin aştiya civakî ava bikin. Çimkî îktîdarek ku zimanê kurdan tune dike heye. Divê êdî em ji vê îktîdarê rizgar bibin. Heke em ji vê îktîdarê xelas nebin, vî welatî ku baxçeyê zimanan e, beyar bihêle û veguherîne çolek ziwa.

Demek li vî welatî cendirmeyên ziman hebûn. Niha jî wezîfeya wan cendirmeyên ziman dewrî qeyûman kirine. Qeyûman wê wezîfeyê daye ser milên xwe. Di bin sîwana meclisê de jî tehamûlî kurdî nakin. Nahêlin wekîlên me yên kurd bi zimanê dayika xwe bi kurdî biaxivin û mafê axaftina wan kurdî tê desteserkirin. Heta heqaretê li zimanê kurdî dikin. Dema hevalên me bi zimanê kurdî daixivin jî wek îşareta ‘X’ dinivîsinin. Ev hedê kî ye? Ev çi şerm û xefletî ye. Ev ferasetek çawa ye. Ez li vir bang li Serokê Meclisê dikim; gavek beriya gavekê dawî li vê şermê bînin. Mafê perwerdehiya zimanê zikmakî mafê herî bingehîn e. Ji ber vê yekê divê hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hestiyariyê nîşanî mijara ziman bidin. Di jiyana rojane de jî mirov dikare vê yekê bibîne. Dema di geştan de astengiya li pêşiya ziman derdikeve pêşiya mirovan. Em li balafirê siwar dibin, tenê anansa tirkî û îngîlîzî heye. Di balafirên diçin Amed, Wan û bajarên din hemû kurd in. Lê ji bilî tirkî û îngîlîzî zimanek din ango kurdî nîne. Divê li hemû qadên giştî ango cemwariyê bi zimanê kurdî xizmet were dayîn.” ENQERE

Dikarî Biecibînî