Li Şemrexê dayikek û 3 zarokên xwe di şewatê de jiyana xwe ji dest dan

Li gundê Kayalar ê Şemrex a Mêrdînê agir bi malekê ket. Di şewatê de dayikek û 3 zarokên xwe jiyana xwe ji dest dan

Şevê din li gundê Kayalar ê navçeya Şemrex a Mêrdînê agir bi xaniyê malbata Tur ket. Di şewatê de dayika 34 salî Nîsan Tur û zarokên wê yên di navbera 1 û 7 salî de Mîran, Lorîn û Ecrîn jiyana xwe ji dest dan. Piştî welatî pê hesiyan û bi hawarê çûn, bang li yekîneyên agirkujiyê kirin. Heta ku welatî û yekîneyên agirkujiê mudaxaleyî agir kirin û agir vemirandin, dayik û 3 zarokên xwe ji ber dûxanê fetisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî bûyerê cenazeyên dayik û 3 zarokan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Hat diyar kirin ku piştî otopsiyê cenaze şandin Amedê. Tê payin ku piştî otopsiyê dê cenaze li Şemrexê bên definkirin.

Hat diyar kirin ku bav Yûnûs Tur ji ber bi şev li Fabrîqeya Etî Bakirê dixebitî, li malê nebû. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî