Li Cizîrê piştî 3 salan berf bariya

Li Cizîrê piştî 3 salan cara yekemîn berf bariya. Welatiyên ku ev yek weke firsend dîtin, derketin derve û gulomîçkanê kirin

Li navçeya Cizîr a Şirnexê piştî 3 salan cara ewil berf barî. Ji ber barîna berfê ya di saetên şevê de, bajar spî bû.  Berfa ku bariya di saetên şevê de erd spî kir û dîmenên rengîn derxistin holê.

Zarok û ciwanan berfa ku barî wek firsend dît û derketin kolan û parkan û gulomîçkanê kirin. Zarok û ciwanên ku bi berfê lîstin, wêne kişandin.

Cizîriyan keyfxweşiya xwe ya ji ber berfê vegotin û diyar kirin ku piştî çend salan cara yekemîne ku berf li Cizîrê dibare. ŞIRNEX

Dikarî Biecibînî