35 roj derbas bû lê hê jî nehatiye girtin

Polîs Ercan Ûysaler ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ew kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê, ji ber ku fuhûş li jinekê ferz kiribû 11 sal ceza lê hatibû birîn. Lê belê 35 roj derbas bûne hê jî nehatiye girtin

Walî Mûstafa Yaman ku di 19’ê Tebaxa 2019’an de careke din tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di dema qeyûmtiya xwe ya berê de polîsê bi navê Ercan Ûysaler kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariyê. Lê belê derketibû holê ku Ûysaler fuhuş li ser jineke xebatkar ferz kiriye. Ji ber vê doz lê hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya Yekemîn a Mêrdînê 11 sal û 3 meh ceza li Ûysaler birîbû û biryar dabû ku bê girtin.

Piştî dadgehê ceza li Ûysaler birî, vê carê jî biryara xwe aşkera kir. Di biryara dadgehê de derket holê ku rêveberiya qeyûm ji bo Ûysaler neyê tawanbarkirin û ji vê bûyerê safî bike nivîsek ji dadgehê re şandiye.

Li ser biryara dadgehê 35 roj derbas bûn lê belê hê jî Ûysaler nehatiye girtin. Çendî ku dadgehê ji bo girtina Ûysaler ji Serdozgeriya Komarê re nivîsandiye jî lê belê hê jî ji hêla dozgeriyê ve ji bo girtina Ûysaler ewraq nehatiye şandin. MÊRDÎN

Dikarî Biecibînî