Li Îdirê fermandarê qereqolê hat kuştin

Gerîlayan li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Aydinlarê çalakiyên sûîqestê kirin û fermandarê qereqolê di nav de jî du leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan a li navçeya Başan a Îdirê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir: “Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê dewam dike, hêzên me 12’yê sibatê saet di 14:00 de li navçeya Başan a Îdirê li dijî leşkerên li qereqola Aydinlarê çalakiyên sûîqestê kirin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin ku yek jê fermandarê qereqolê ye. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

11’ê sibatê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet di 15:50 de Girê Suleyman ê herêma Avaşînê û saet di 23:00 de jî qada Sîda ya Zapê yên ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat.” BEHDÎNAN 

Dikarî Biecibînî