Şêniyên Efrînê li dijî komployê meşiyan

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşam ‘Bi ruhê Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê em asta têkoşînê bilind bikin û Komploya Navneteweyî têk bibin’ meşiyan û komploya 15’ê Sibatê şermezar bikin

Kongreya Star a herêma Efrînê bi wesîleya salvegera 21`emîn Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, meşeke pêk anî. Meş bi dirûşma ‘Bi ruhê Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê em asta têkoşînê bilind bikin û Komploya Navneteweyî têk bibin’ pêk hat.

Meş ji pêşiya lîstikgeha gundê Babinês ê girêdayî navçeya Efrînê dest pê kir û heta qada sûkê dewam kir. Ruxmî berfa zêde û sermaya dijwar jî bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de endama Kongreya Star Sureya Hebeş komployê şermezar kir û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe dewam bikin û nahêlin ku komplo bigihîje armancên xwe. Rêber Ocalan ji bo azadiya jinan û rizgarkirina wan ji zilm û zordariyê, têkoşiya.”

Hebeş diyar kir ku dê heta dawiyê li dijî dijmin li ber xwe bidin û bi yekdestî komployên li dijî wan têk bibin.

Li ser navê Meclisa Navçeya Ehdas Mihemed Hisên jî ev tişt anî ziman: “Em hemû dizanin ku Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl hat girtin. Rûsya, Amerîka, Îsraîl, Sûriye, Tirkiye û Yewnanistan beşdarî vê komployê bûn. Nizanin ku em bi fikrên Ocalan bawer dikin. Em ê têkoşîna xwe heta têkbirina komployê û azadkirina Rêber Ocalan dewam bikin.” ŞEHBA

Dikarî Biecibînî