Li ser sînorê Tirkiye-Îranê erdhej: Li Wanê 7 kes mirin

Ji ber erdheja bi pileya 5.8 li herêma sînorê Îran û Tirkiyeyê pêk hat li navçeya Elbaka Wanê 2 kesan jiyana xwe ji dest da û herî kêm jî 7 kes birîndar bûn

Li herêma ser sînorê Tirkiye û Îranê saet li derdora 08.52’an bi pileya 5.8 erdhejek rû da. Vê erdheja rê li ber metirsiyek mezin vekir li her deverê Wanê hat hîskirin.

Li gundên Gelenler, Xanik, Kaşkol û Elbis ên girêdayî navçeya Elbaka Wanê ji ber erdhejê gelek mal xera bûn. Hat gotin li van gundan gelek welatî di bin kavilan de mane.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; heta niha 7 birîndar ji bin kavilan hatine derxistin û 2 welatî jî jiyana xwe ji dest dane. Hat zanîn ku navê welatiyên jiyan axwe ji dest dane Ferhat Tunca û Aydin Tosûn in.

Tê gotin hêj welatî di bin kavilan de hene. WAN

Dikarî Biecibînî