‘Yekitiya neteweyî bi stratejiyeke hevbeş çareser dibe’

Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî anî ziman ku yekitiya neteweyî pêwîstiyeke dîrokî, nihayî û pêşerojî ye. Berwarî got: “Yekitiya neteweyî li ser bingeheke niştimanî û neteweyî, dîsa bi soz û peymanên stratejiyeke hevbeş çareser dibe.”

Navenda Nûçeyan |

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Kamûran Berwarî têkildarî yekitiya neteweyî, êrîşên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê, bêhelwestiya hikûmeta Başûr û Iraqê û ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê ji ANF’ê re axivî.

Berwarî diyar kir ku meseleya yekitiyê stratejîk e û wiha got: “Pêwîstiyeke dîrokî, nihayî û pêşerojî ye. Divê rojek beriya rojekê bê çareserkirin. Nabe ku mirov yekitiya kurdan bi kongreyekî ve girê bide. Ji ber ku ji xwe KNK heye û ew jî kongreya kurd û Kurdistanê ye. Karê NKN, sazî, partî û aliyên siyasî ew e ku yekitiya neteweyî saz bikin. KNK’ê peywendiyên xwe bi hemû partiyên siyasî, alî û kesayetên Kurdistanê re hene. Deriyên danustandinê ji bo hemûyan vekiriye. KNK ne sîwanekî îdeolojîkî û partî, sîwanekî neteweyî û niştimanî ye û mala hemû kurd û kurdistaniyekî ye. Ji ber vê, ew kes, partî û aliyên siyasî yên ku tev li KNK’ê nebûn, divê tev li bibin. Erk, kar û stratejiya KNK’ê, rizgariya Kurdistanê, neteweyeke azad û statûyeke demokratîke ji bo her çar beşên Kurdistanê. KNK di hêla siyasî û dîplomasî ya di asta navneteweyî de kariye cihê xwe di nava netew, gel, welat û hikûmetên cîhanê de veke. Di asta navneteweyî de bûye mezintirîn saziya neteweyî ya kurdan ya ku her kes pê bawer e.”

‘Partiyên desthilat ên Başûr yekitiyê naxwazin’

Bi domdarî jî Berwarî diyar kir ku heta niha jî yekitiya neteweyî ji hêla partî û aliyên siyasî yên desthilat ên Başûr ve nehatiye pejirandin û wiha domand: “Ji ber ku ger em yekitî û yekrêziya kurdan bixwazin divê em deriyên danustandinê vekin. Ji bo çêkirina yekitiya neteweyî ya ku di çarçoveya siyasî, demokratîk, neteweyî ve tê pêşxistin, divê di berjewendiya gel û welat û stratejiya li gel dewlet û desthilatan de destkeftiyên neteweyî bên esasgirtin û em hemû biparêzin. Mixabin gelek partiyên li Kurdistanê bi taybetî yên li Başûr hene ku naxwazin yekitiya neteweyî çêbibe. Ji ber ku li gel partiyên siyasî, siyaset û partiyê weke projeyekî ji bo pere komkirinê û bibin desthilat bikar tînin. Armanc ne kurdayetî, armanca wan gihiştina desthilatê ye da ku bikarin bi rêya desthilatê jî pereyekî mezin bidest bixin.”

‘Yekitî bi soz û peymanên stratejîk ava dibe’

Di berdewamê de Berwarî bi lêv kir ku mijara yekitiya neteweyî li ser bingehê siyasî çareser nabe û ev nirxandin kir: “Li ser bingehê niştimanî û neteweyî, dîsa bi soz û peymanên stratejiyeke hevbeş çareser dibe. Li vir nabe ku aliyek te bi dijmin re û aliyê din di nava yekitiya neteweyî de be. Her karê neteweyî siyaset û stratejiyeke neteweyî divê. Hevgirtina li gel aliyên dijminê kurdan û dîsa peywendiyên bi wan dewletan re kiriye ku kurd heta niha jî nekarin yekitiya xwe ava bikin. Heta ku KNK ji bo karekî daxwaznameyekê ji bo wan dişîne, zû bi zû rê nayêdayîna vê jî. Van demê dawî de heta rê neda ku şandeya KNK’ê biçe Rojava ji bo karûbarên yekitiya neteweyî.”

‘PDK û YNK’ê dikariya li Başûr roleke sereke bilîsta’

Berwarî got ku ji salên 1960-70-80’ê heta niha yekitiya neteweyî bûye rojeveke germ a kurd û kurdistaniyan û wiha pê de çû: “Li ser mijara nebûna helwestekî diyar a PDK’ê min ne bawere ku ji niha û şûnde jî vê helwesta xwe zelal bike. Baweriya min bi PDK û YNK’ê ya bi yekrêziya kurdan nîne. Ger wan yekitî bixwesta, dê ji sala 91’ê ve dîsa şansekî mezin heye ku ji bo yekitiya neteweyî pêk bên. Dîsa dikariyan li Başûr roleke sereke bilîstina. Lê mixabin cihê xwe ne di nava rêza kurdan de, li cem dewletên dagirker girtin. Li gorî min yekitiya neteweyî tenê bi partiyên siyasî çareser nabe. Ev dikare bibe beşek ji wê, lê gelê me, sazî û kesayetên me, dîsa hemû çîn û pêkhateyên li Kurdistanê û gelên li Kurdistanê dijîn; ew dikarin li ser partiyên siyasî yekitiya xwe ya neteweyî durist bikin. Partiyên siyasî jî wê demê wê neçar bibin rêz ji vîna gel re bigirin.”

‘Mixabin partiyên siyasî û fermandaran dewleta tirk anîn Başûr’

Têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Başûr jî Berwarî ev tişt anî ziman: “Dewleta tirk bi dirêjahiya dîroka hatina xwe ya ji bo Rojhilata Navîn ku bêtirî 600 sal e berdewam Kurdistan dagir kiriye û hewl daye ku demografyaya Kurdistanê biguherîne. Xwest navê Kurdistanê ji vê erdnîgariyê bibe. Tirk di stratejiya xwe ya nû de qirkirina gelê kurd weke erkekî ji bo xwe diyar kiriye. Hewl dide tevahî destkeftên neteweyî yên gelê kurd tune bike. Ji ber wê jî em dibînin ku êrîşên dewleta tirk a salên 1980’ê û pêve ku li ser Kurdistanê dike bi mebesta dagirkirina Başûr e. Bi taybetî ji salê 1991’ê û pêve Tirkiye bi awayekî rasterast li Başûr xwe bi cih kiriye û bandoreke mezin a siyasî, leşkerî, aborî, îstîxbaratî, ewlekarî û heta perwerdeyî, dînî û civakî li ser civaka Başûr kiriye. Ger dagirkeriya dewleta tirk tenê ji aliyê leşkerî ve be ewqasî metirsîdar nebû lê ji pir aliyên jiyanî Başûr hatine dagirkirin ku ew jî metirsiyekî pir mezin e li ser partiyên Başûr, hikûmeta Başûr û bi taybetî li ser gelê Başûr û xaka wê. Ji ber ku em baş dizanin her cihê ku dewleta tirk dagir dikevê bi hêsanî dernakeve. Em bi mixabinî dibêjin ku partiyên siyasî û fermandarên Başûr destê tirkan girtine û anîne nava xaka Başûr û êdî nikarin ku Tirkiyeyê ji wê derê derxînin.”

‘Sedema bêdengiyê ew e ku wan bi xwe dewleta tirk anî Başûr’

Bêdengiya hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê ya li hemberî êrîşan jî Berwarî wiha nirxand: “Ji ber ku dewleta tirk bi erêkirina wan hate Başûr. Iraq dixwaze destkeftiyên gelê kurd ên li Başûr tune bike. Hikûmeta herêmê jî hikûmetekî bê îrade û li xwe heyirî ye û rêya xwe nabîne. Di nava wan 28-29 salan de ti stratejiyek ji bo xwe diyar nekirine. Çend sal beriya niha nêzî 500 hezar îmze ji bo derxistina leşkerên dewleta Tirkiyeyê ya ji xaka Başûr hatin komkirin. Lê serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê û parlamentoyê gav ne avêt.”

‘Rêya çareseriyê ya Iraqê konfederalîzma demokratîk e’

Berwarî diyar kir ku ji meha cotmehê ya 2019’an heta niha aloziyên li Iraqê didomin û dê ev alozî hê jî bidome. Sedema wê jî Berwarî wiha şîrove kir: “Ji ber ku ji aliyekî ve li pişta wê aloziyê dewletên weke Amerîka û hevpeymanên wê hene û ji aliyekî din ve jî destê Îranê û ji aliyekî jî destê Tirkiyê di nav aloziya Iraqê de heye. Heta niha pir kesayetên rewşenbîr, akademîsyen û nivîskarên welatparêz ên Iraqê bûne qurbaniyê vê aloziyê. Dixwazin hêza gelê Iraqê, hêza têkoşerên Iraqê û mirovên neteweyî û welatparêz bişikînin û gel teslîm bigirin. Rêya çareseriya pirsgirêkên Iraqê, projeya xweseriya demokratîk e. Em baş dibînin ku pirsgirêka Iraqê bi rêbazê konfederalîzma demokratîk werin çareserkirin. Ger ev bibe bêguman dê Iraq bibe Iraqekî demokratîk. Dabeşkirina Iraqê li ser bingeha herêm, eşîr û malbatên ereb, kurd, tirkmen û hwd. her wiha li ser bingeha dîn û mezheban nabe çareserî. Weke mînak eger em Şengalê bigirin dest wê derê taybetmendiyên xwe yên xweser hene ango pir normale ku li Şengalê pergalek hebe ku gelê êzdî bikare xwe têde îfade bike û birêve bibe. Deşta Musilê jî ji bo gelê şebek, asur an jî ermen û keldanan jî bi wî rengî dikare bê destgirtin. Ji bo herêma Germiyanê jî ew yek derbasdar e. Ji bo başûrê Iraqê heta ji bo sûnî û şîeyan jî dikare wisa çêbibe. Ger li Iraqê pergala konfederalîzma demokratîk were pêşxistin dê tevahî pirsgirêkên Iraqê çareser bibin. Em ji bo Iraqê wê projeyê yekane rêya çareseriyê dibînin.

‘Kurd li Iraqê xwedî siyaseteke rast nînin’

Berwarî destnîşan kir ku heta niha jî rola aliyê kurd a li Iraqê diyar nîne û wiha berdewam kir: “Aliyên kurd li Iraqê siyaseteke rast a ku hevsengiyê li berçav bigire birêve nebiriye. Ji berku ti projeyekî wan bi xwe nîne. Pirsgirêka Iraqê pirsgirêkekî fikrî, siyasî, îdarî û pergalî ye. Pirsgirêka hişmendiya ku li Iraqê desthilatdariyê ferz dike ye. Di heman demê de pirsgirêka dewletê dagirker e. Iraq û başûrê Kurdistanê ku bûne kolonyayekî navneteweyî, lewma niha Iraq li ser bingehê aborî û herêman di navbera 6 welatên hegemon ên cîhanî de tê dabeşkirin. Her wiha dewletên ku berjevendiya wan li Rojhilata Navîn de heye nahêlin ku tu kes li Iraqê serkeftinê bidest bixe.”

Ambargoya li ser Mexmûrê

Herî dawî jî Kamûran Berwarî bal kişand ser ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê û wiha got: “Ger bêjin ku kêmasiyên hindek alî û partiyan jî hene, weke mînak dema ku Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî sûcdar dikin ku PKK ne yan jî alîgirê PKK’ê ne divê komîteyeke heqîqetê yan jî lêkolînê ava bikin da ku bizanin ka ji bo tevgera azadîxwaziya her çar beşên Kurdistanê û bi dirêjahiya şoreşaên Kurdî kîjan alî sûcdar e yan bêsûc e. Kê di doza xwe de rast e û kê jî dijberî rastiyê ye. Wate heta ku tu komîteyekî ya lêkolînê çênekî tu yê nikaribî xwe bigihînî rastiyan. Ger nakokiya te bi partiyeke din ê siyasî re hebe, nabe ku tu biçî û hindek gelê sivîl bikî qurbanê wan nakokiyan. Ji ber ku ger di navbera ew aliyên siyasî weke mînak di navbera PKK û PDK’ê de di warê têkiliyên siyasî, dîplomasî û leşkerî de nakokî û nêrînên cuda hene, nayê wê wateyê ku PDK dorpêçekî girankirî bêxe ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ku ew bi mehane didome. Tişta ku li hemberî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî hatiye kirin, tu pîvanê kurdewarî wê yekê qebûl nake. Ji ber wê yekê bi baweriya min divê şandeyekî ji kesayetên kurd yekser biçin û li gel rêvebertiya PDK û wana hişyar bike û bêjin ku wê ji vê pê vetir êdî gelê Kurd wan nêzîkatiyên we qebûl neke. Danîna dorpêça li ser wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi rastî jî bêwijdanî ye, derveyî hemû pîvanên exlaqî, wijdanî û mirovatiyê ye. Ji derveyî hemû pîvanên dînî ye, li dijî rêgezên xwedê, rêgezên Îslamê, NY û Xaça Sor e. Li dijî rêgeza kurdewarî ye. Bi kuştina gelê wargehê dixwazin dilê tirkan xweş bikin. Ger em di çeperên tirk, Iraq, Îran û hwd. de li dijî birayên xwe yên Kurd şer bikin em ê çawa bikarîn nava mala kurdî rêkûpêk bikin, çawa yekitî û yekrêziya kurdan çêbikin, çawa behsa kongreya neteweyî bikin, çawa destkeftên neteweyî û niştimanî biparêzin û çawa xwedî li xwîna şehîdên Kurdistanê derkevin.”

Dikarî Biecibînî