‘Ya ku miletan dike milet dîroka wan e’

Dîroknas Dr. Sedat Ulugana diyar kir ku dagirkerên ku dîroka kurdan nivîsandin her dem kurd weke kirde nedîtine û wiha got: “Divê êdî kurd di dîroka xwe de kirde be. Ya ku miletan dike milet, dîrok e.”

Dîroknas û Lêkolîner Dr. Sedat Ulugana têkildarî dîroka gelê kurd û Kurdistanê heta niha 11 pirtûk nivîsandî ne. Ulugana ku bi pirtûkên ‘Qirkirina Zîlanê’ û ‘Mîrektiya Bedlîsê’ tê naskirin, herî dawî jî pirtûka ‘Sê Halên Kurdan’ derxist. Ulugana têkildarî mijarê ji MA’yê re axivî.

Ulugana got ku di mijara dîroka kurdan de valahiyeke pir mezin hebû û wiha dom kir: “Hewce bû ku xebatên cur bi cur bihatina kirin. Min jî dixwest ku dîroka xwe binivîsînim. Tiştên bi serê kurdan hatin heta niha em her tim di dîroka fermî ya Tirkiyeyê de hîn bûn û kurd aksesur in. Divê êdî kurd di dîroka xwe de kirde be. Mînak dema ku em li dîroka kurdan a ji hêla dewletê ve hatiye nivîsandin dinihêrin dibînin ku dibêjin; ‘Li Diyarbekirê dîroka tirkî ya Akkoyuna’, ‘Di Bedlîsê de dîroka Selçûkiyan’ an jî ‘Tirkên li Bedlîsê’. Lê qet qala kurdan nakin. Kesek ji derve bê dê bê qey li Bedlîs, Wan û Amedê qet kurd nînin. An jî ermen.”

Di berdewamê de jî Ulugana got; “Dema behsa Bişarê Çeto yê li Sêrtê bike vê carê jî navê kurdan dibe ‘Eşqiya Bişarê Çeto’. Lê ew bixwe Bişarê Çeto nas nakin ku Bişarê Çeto çi kiriye? Serokatiya çi kiriye? Çima derketiye serê çiyê? Bi kurt û kurmancî kurdan weke subje nabînin. Ji ber van sedeman jî em dîroknas hewl didin ku rastiya dîroka xwe binivîsînin.”

‘Di nivîsandina dîroka kurdan metodolojî pirsgirêka herî mezin e’

Ulugana da zanîn ku tenê zanebûna zimanê tirkî û kurdî têra nivîsandina dîroka kurdan nake û sedema wê wiha parve kir: “Arşîva gelê kurd ne di destê kurdan de, di destê deshilatdaran de ye. Mînak qismek arşivên me kurdan di arşîvên osmaniyan de derbas dibe, qismên din jî di arşîvên faris, rûs, ingilîz, fransî û hwd. de derbas dibe. Ji ber vê jî kesên van lêkolînan dikin divê hin zimanên din jî bizanin. Helbet ez qala fetîşîzma belgeyan nakim. Mînak gava ez li ser Bişarê Çeto lêkolînekê dikim bêhtir li ser dengbêjan disekinim. Ji ber ku dîroka kurdan tenê wekî ‘peyv’ heye. Dengbêjan jî bi stranên xwe ev dîrok aniye ziman. Lê divê em bizanin bê ka dagirkeran dîroka me çawa nivîsandî ye. Tişta herî girîng ew e ku ne hewceye ku nivîsa dîroka kurd bişibe nivîsa dîroka tirkan. Rastiya heqîqetê çibe mirov li pey heqîqetê here û di nivîsa dîrokê de jî heqîqêt tişta herî muhîm e. Di nivîsandina dîroka kurdan de metodolojî jî pirsgirêka herî mezin e.”

‘Hewl didin dîroka kurdan îslamîze bikin’

Herî dawî jî Ulugana ev tişt anî ziman: “Dema em li dîroka kurdan dinêrin dîrokeke îslamîze nîn e. Artêşên mîrên kurdan ji kurdên êzdî, kurdên qizilbaş û ji kurdên cuda pêk dihatin. Şêxên kurdan bi xwe jî ne weke şêxên ereban û şêxên tirkan bûn, şêxên me kurdan heta tu bêjê sekûler bûn. Mînak Şêx Ubeydullah. Di fetwayên xwe de Şex Ubeydullah rastiya kurdan daye berçav. Lê em dibinin ku wê dîroka me îslamîze bikin û bi vî şeklî jî li dijî xwezaya kurdan bisekinin. Hewl didin ku dîrokeke selefiyê ava bikin. Ev jî xetereyeke pir mezin e. Ji bo ku zarokên kurd li dîroka xwe xwedî derkevin hewce ye em dîroknas ji bo zarokan pirtûkên dîroka kurdan derxînin. Divê em nivîskarên kurd werin cem hev û pirtûkan ji bo zarokan amade bikin. Ya ku miletan ava dike dîrok e.” AMED

Dikarî Biecibînî