Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin

Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûr û Berpirsê Karê Nivîsan ê rojnameyê Aydin Keser hatin girtin

Ji ber di rojnameyên xwe de cîh dane nûçeyên der barê mirina leşkerên tirk ên li Lîbyayê, duh ji bo îfadeyê gazî Rêvebirê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midûr û Berpirsê Karê Nivîsan ê rojnameyê Aydin Keser hatibû kirin. Piştî îfadeyê jî her du rojnameger bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

Bi îtiraza dozger dîsa Çelîk û Keser hatin binçavkirin. Pişti karûbarên emniyetê anîn Edliyeya Çaglayan a Stenbolê. Çelîk û Keser ê ku anîn 5’emîn Dadgeha Ceza ya Silhê ya Stenbolê, hatin girtin. STENBOL

Dikarî Biecibînî