HPG’ê konvoya leşkerî îmha kir: 79 leşker hatin kuştin

HPG'ê li Agiriyê konvoyeke leşkerî îmha kir. Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin ku herî kêm 79 leşkerên tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiya berfireh a gerîla ya li bejahiya navçeya Bazîd a Agiriyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 2’yê adarê saet di 08:50’î de li ser rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û gundê Gurbûlakê de li dijî konvoyeke leşkerî ya artêşa TC a dagirker operasyoneke şoreşgerî ya berfireh pêk anîn. Ji nêz ve derbên giran li 3 otobus û wesayiteke zirxî ya bi tîpa kobra yên di konvoyê de hate xistin. Di çalakiyê de 2 otobus û wesayita zirxî ya bi tîpa kobra hatin îmhakirin û derb li otobusekê hate xistin. Leşkerên ku ji bo destwerdanê hatin cihê çalakiyê bûn hedefa hêzên me û hêzên me bi şêweyê sabotajê li yekîneyên leşkeran xistin.

Di encama vê operasyona şoreşgerî de bi giştî 79 leşker hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi rêya bi dehan ambûlansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê bir. Yekîneya me ya çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.” BEHDÎNAN 

Dikarî Biecibînî