HSD: 3 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn

HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama pevçûna di 7’ê adarê ya li gundên derdora rêya M4’ê ya di navbera hêzên wan û hêzên dagirker de 3 leşkerên tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn

Navenda Nûçeyan |

Navenda Ragihandin û ÇApemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê êrîşên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên di rojên dawî de daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştîre parve kir.

HSD’ê da zanîn ku di 5’ê adarê de li herêma Eyn Îsayê hêzên wan droneyeke çeteyên dagirker xist. HSD’ê diyar kir ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê di 7’ê adarê de jî xwestin êrîşî gundên derdora rêka M4 ya navdewletî bikin. HSD’ê wiha domand: “Li ser bersivdayîna hêzên me, pevçûn derket. Di pevçûnê de 3 leşkerên artêşa tirk hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn. Her wiha wesayîteke leşkerî û doçkayek hatin rûxandin. Di vê pevçûnê de şervanekî me şehîd bû û yek jî birîndar bû.”

Daxuyaniya HSD’ê wiha bi dawî bû: “Artêşa dagirker û çeteyên wê li herêmên Til Temir û Eyn Îsayê fealiyetên keşf û bombebaranê bênavber didomînin.”

Dikarî Biecibînî