‘Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye’

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan diyar kir ku çareseriya pirsgirêka kurd ne li Moskov û Washîngtonê, li Îmraliyê ye. Ocalan bi lêv kir ku dewleta tirk li her deverekê li dijî destkeftiyên gelê kurd derdikeve û hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibîne

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ANF’ê bi Denîz îke re axivî.

Ocalan bi bîr xist ku tecrîda li ser Ocalan didome û wiha got: “Ji sala 2011’an heta niha ev 9 sal bûn ku dewletê nedihişt parêzerên biçin Îmraliyê. Ji bo vê grevên birçîbûnê çêbûn. Bi hezaran siyasetmedar û welatî ketin grevê. Di encama vê berxwedanê de di sala 2019’an de parêzer 5 caran çûn Girava Îmraliyê û hevdîtin kirin. Birêz Ocalan di van hevdîtinan de helwesta xwe jî nîşan da. Navnîşana çareserkirina pirsgirêka kurd jî diyar kir.”

‘Çalakiyên gel hişt ku hevdîtin çêbibin’

Di berdewamê de jî Ocalan bal kişand ser şewat li Îmraliyê û wiha domand: “Di 27’ê sibatê de li giravê şewatek derket. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu di bernameyeke televîzyonê de bi awayekî nedixwest bêje got ku li Îmraliyê şewatek derketiye. Waliyê Bursayê jî di vê mijarê de daxuyanî da. Ji ber vê li rojava, başûr, bakurê Kurdistan û Ewropayê gelek çalakî hatin lidarxistin. Li ser vê hevdîtin çêbûn. Birayê birêz Ocalan çû giravê. Ji me re hat gotin ku rewş, moral û tenduristiya birêz Ocalan baş e. Mixabin nêzîkatiya dewletê ya li hemberî birêz Ocalan her tim stratejîk e. Tecrîd carnan bi salan didome. Carna jî dema hewce pê dibînin hevdîtin tên kirin. Birêz Ocalan jî her tim dibêje ku divê Komara Tirkiyeyê bi erzanî nêzî wî nebe.”

Pêşdîtinên Ocalan û hişyariyên wî

Ocalan diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêya demokratîk û aştiyane, Ocalan ji muzakereyan re amade ye û wiha pê de çû: “Hem kurd û hem jî gelên Rojhilata Navîn bandora birêz Ocalan dizanin. Di navbera salên 2013-2015’an de jî xuya bû. Hinek hevdîtin çêbûn. Heyetek hat avakirin. Du salan çûnûhatin çêbûn. Herî dawî di 28’ê sibata 2015’an de li wê derê Mutabaqateka Dolmabahçeyê pêk hat. Lê mixabin, li dû wê serokomar ev mutabaqat red kir. Piştî wê şerekî giran dest pê kir. Birêz Ocalan wê demê di hevdîtinên xwe de ji heyetên diçûn re digot, ‘Divê bingeha zagonê ya van hevdîtinan amade bikin. Eger neyên amadekirin wê di pêşerojê de cezayên giran li we bibirin.’ Ev tişt paşê derketin holê. Dewlet jî hewce ye li gor aqilekî rasyonel tevbigere. Lê mixabin tiştên em niha dibînin, ew e li holê aqil jî nemaye. Nêzîkatiyeke erzan li hemberî birêz Ocalan tê meşandin.”

‘Mafên Ocalan hatine xespkirin’

Bi domdarî jî Ocalan bilêv kir ku di 2’yê adarê de ku Ocalan bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan peyam şand û dîsa ji bo çareseriya demokratîk maseya sê pê pêşniyar kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hevdîtina bi Ocalan re bi nirx û dîrokî dibînin. Pêwîst ev hevdîtin her tim bidomin. Li gor zagonên Tirkiyeyê ev hevdîtin mafên birêz Ocalan in. Ev mafên birêz Ocalan bi deh salan hatine xespkirin. Parêzerên Ocalan 8 salan nikarîbûn bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Mixabin nêzîkatiya dewletê vê gavê bi vî rengî ye. Em weke hewcedariyekê dibînin ku gel jî di pêşerojê de bertek nîşan bide, rewşa birêz Ocalan û tenduristiya wî ji bo gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn girîng e. Li Îmraliyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelan amadekariyeke mezin dike. Aloziya Tirkiye û Rojhilata Navîn têde ye berdewam dike û berfireh dibe. Tirkiye heta pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser neke bi her awayî wê rastî aloziyan bê, her wiha di qada navneteweyî de jî wê nikaribe dengê xwe derxe û bide bihîstin.”

‘Divê Tirkiye navnîşana xwe biguherîne’

Ocalan li ser hewldanên Tirkiyeyê yên li Rûsya û Amerîkayê jî axivî û ev tişt anî ziman: “Me di parlamentoyê de jî anî ziman û got, ‘Eger tu zilmê li ser gelê kurd û Rêberê Gelê Kurd bimeşînî, tu nikarî mafên tirkên li Çînê biparêzî. Tu nikarî li hemberî Îsraîlê behsa mafên gelê Filistînê bikî.’ Weke her dewletekê divê Tirkiye jî mafên gelê kurd qebûl bike. Bi salan e mafên gelê kurd hatine tunekirin, rêberên wan hatine qetilkirin. Birêz Ocalan ê ev 21 sal e li Girava Îmraliyê tê ragirtin, bi aqilekî rasyonel, ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin, gelek hewldan kirine. Di berhemên xwe yên nivîsandine de jî bi awayekî zelal vê aşkera dike. Rewşa Tirkiyeyê ya niha ne baş e. Ji bo rewş ber bi başiyê ve biçe, divê Tirkiye navnîşana xwe biguhere. Navnîşan ne Moskov û Washington e. Navnîşan birêz Ocalan e, divê dewlet jî di vê mijarê de cidî tevbigere.”

‘Hebûna xwe di tunebûna kurdan de dibînin’

Ocalan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi kuştin, qetilkirin û şîdetê pirsgirêk çareser nabin. Herî zêde çend salan were paşdexistin, lê di pêşerojê de wê derkeve pêşiya wê. Gelê Kurd daxwaza mafên xwe yên rewa û demokratîk dike. Dewleta tirk li Rojhilata Navîn li her cihekî serkeftina kurdan ji bo xwe weke windahî dibîne, hebûna xwe di tinebûna kurdan de dibîne. Dema kurd bibin yek dê Tirkiye neçar bibe ku gav biavêje. Dema kurd bandora xwe çêbikin dê lihevkirinek çêbibe. Tifaq û yekitî dê Tirkiyeyê neçar bike.” AMED

Dikarî Biecibînî