‘Kurd dê di sedsala 21’emîn de bi ser bikevin’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta tirk li Idlibê windahiyên mezin dide û heke ku li wir têk biçe, dê çeteyên wê ji hev belav bibe. Ok bi domdarî jî got; “Kurd di nava gelên Rojhilata Navîn de niha ew gel e ku hişmendiya xwe ya demokratîk herî bilind e û xwedî biryardarî û paradîgmaya têkoşînê ne. Kurdên di sedsala 20'an de winda kirin dê di sedsala 21'ê de bi ser bikevin. Sedsala 21'ê wê ya kurdan be.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re axivî.

Sabrî Ok di serî de şerê li Rojhilata Navîn weke ‘Şerê Cîhanê yê 3’yemîn’ pênase kir û wiha got: “Aliyekî vî şerî heye ku ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk ên navneteweyî şerekî wekaletê ye. Tekane rêya çareseriyê, demokratîkbûna Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê divê mirov ji her demê bêhtir bi hêvî û bawer bin. Ji her demê bêhtir bi kelecan û ji serkeftinê bi bawer bin. Li Rojhilata Navîn bi rastî jî ronesanseke mezin pêk tê. Têkoşîna ku bi paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêber Apo tê meşandin, gel hemû hişyar kiriye û pêşengiyê jê re dike. Xeta Rêbertî pêşengiyê ji vê re dike.”

Bi domdarî jî Ok ev tişt anî ziman:

“Gelên herêmê mîna sed sal beriya niha bi rengekî bêîrade, bêrêxistin û bêhêz vê pêvajoyê pêşwazî nakin. Kurdên ku sed sal berê ji nedîtî ve hatin û nehatin hesibandin, bi avakirina jiyana xwe ya demokratîk di têkoşîna demokratîkbûna Rojhilata Navîn de bi xwestek, bawerî û biryardariyeke mezin bi rola pêşengiyê radibin.

Şerê li Idlibê

Piştî bûyerên li Idlibê qewimîn rewşa li Sûriyeyê gihîşt asteke nû. Erdogan di daxuyaniyeke xwe de bi rengekî aşkera gef xwar û got;  ‘Ger hêzên rejîmê heta dawiya meha sibatê xwe venekişînin pişt nuqteyên me yên çavdêriyê, dê serî li ser bedenê nemîne.’ Erdogan polîtîkayeke dagirkerî û talanê ya faşîst dimeşîne. Ji bo vê yekê jî hinek dibêjin ku Erdogan bi rola xelîfeyê osmanî tevdigere. Ne wisa ye; Împaratoriya Osmanî dagirker bû lê belê tenê talana aborî dikir. Lê Erdogan tevî talana aborî, qîma xwe bi dagirkeriyê nîne û polîtîkaya desteserkirina siyasî û leşkerî dimeşîne; ango mayînde dike. Li Efrînê zanîngeh ava kiriye, pişaftinê dike. Sîstema rêveberiyê ya dewleta tirk ava dike. Li deverên din ên dagirkirî jî heman polîtîkayê dimeşîne. Vê yekê jî bi çeteyên faşîst ên DAIŞ û El Nusrayê dike. Di dema dagirkirina Efrînê de çeteyên faşîst dan pêş. Li Serêkaniyê û Girê Spî nêzî 2 hezar çete hatin kuştin. Windahiya artêşa TC a dagirker li gorî yên hatin aşkerakirin gelekî kêm bû. Faşîzma Erdogan bikaranîna çeteyên faşîst di şer de ji bo xwe weke avantajeke mezin dibîne. Tê gotin ku li Lîbyayê zêdetirî 200 çete hatine kuştin lê windahiya artêşa TC a dagirker kêm e. Erdogan bi rêya çeteyên faşîst ên tev li şer dike û wan dide kuştin bazariyê dike. Şerî dawî yê li Idlibê jî bi vî rengî bû.

‘Erdogan hevsengiyên siyasî bi rengekî bêexlaqî bi kar anî’

Erdogan bi vê taybetmendiya xwe, rastiya siyaseta heyî yan jî hevsengiyên siyasî yên heyî bi rengekî bêexlaq bi kar anî. Tirkiye bala sermayeya navneteweyî dikişîne ser xwe. Erdogan vê jî baş bi kar tîne. Bi girîngiya jeopolîtîk û stratejîk a Tirkiyeyê dizane û vê jî bi kar tîne. Dewleta tirk bi DYA, Ewropa û NATO’yê re xwedî têkiliyeke xurt û stratejîk e. Erdogan bi têgihiştina vê yekê ji cudahiya navbera Rûsya û DYA’yê sûdê werdigire. Bi rengekî demkî jî be hin encam ji vê yekê wergirt.

Tengaviyên Erdogan

Erdogan bi taybetî ji ber fuzeyên S-400’î nekarî li Idlibê piştgiriyeke xurt ji DYA û NATO’yê werbigire. Li aliyê din şerekî aşkera yê li dijî Rûsyayê jî nekarî bide pêş çavên xwe. Lewma mirov dikarin bêjin ku Erdogan di rewşeke gelekî krîtîk û nebaş de ye. Erdogan li Idlibê berê Nusra û çeteyên din timî da Rûsya û hêzên rejîmê û bi rêya van êrîşan xwest di mijara danûstandineke gengaz a bi Rûsyayê re bibe xwedî pozîsyoneke xurt. Xuyaye texmîn nekir ku Rûsya wê bi tundî bersivê bide. Ya rast, ger Rûsyayê di du rojên dawî de qada hewayî ya Sûriyeyê li Tirkiyeyê venekiribûya Erdogan bi rastî jî têk çûbû, çeteyên wî wê ji hev belav bibûya. Artêşa tirk a dagirker wê windahiyên girantir dabûya, dibe ku ji Idlibê jî vekişîbûya. Lewma vekirina qada hewayî ji bo dewleta tirk, ji bo Erdogan bû rêyeke rizgariyê. Tevî vê yekê jî tê gotin ku artêşa tirk a dagirker di şerê Idlibê de nêzî 120 kuştî û birîndarên xwe hene. Bêguman ev yek ji bo dewleta tirk windahiyeke mezin e.

‘Dewleta tirk û çeteyan qadeke mezin winda kir’

Erdogan encameke ji vê wêdetir neda pêş çavên xwe, lewma çû ber deriyê Moskovê û lingên Putîn. Aşkera ye ku Erdogan li Moskovê ji aliyê moral ve têk çûye û ji aliyê psîkolojîk ve winda kiriye. Rêya bejayî ya M5 ji dest berda, rêya M4 li dewleta Sûriyeyê vebû. Seraqib ji Rûsya û hêzên rejîmê re ma. Li pêşberî vê artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê li Idlibê qadeke mezin winda kirin. Ango Erdogan li Moskovê winda kir. Ger Erdogan û çeteyên wî li Idlibê bi ser ketibûna ev yek wê ji bo Rûsya û rejîmê bibûya têkçûnek. Encamên xwe yên siyasî û leşkerî wê mezin bûya. Di rewşa heyî de têkçûn neyê gotin jî mirov dikarin bêjin ku yên winda kirin, ji aliyê leşkerî û siyasî ve winda kirin artêşa tirk a dagirker û çeteyên wan e.

‘Tekane mijara kurdan weke qertek di destê Erdogan de ma ye’

Idlib stratejîk e. Rûsya û rejîm wê dest jê bernedin. Ji xwe lihevkirina Erdogan-Putîn jî seranser e. Pêkane ku hêzên Rûsya û rejîmê wê di demeke nêz de li Idlibê ji nû ve dest bi pêngavekê bikin. Haya Erdogan hem ji vê heye hem jî zane ku NATO dê yekser nekeve nava vî şerî. Ji ber vê yekê tengav bûye. Tenê qertek di destê Erdogan de maye, ew jî mijara kurdan e. Hebûna azad û statuya azad a kurdan, modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hesabên Erdogan ên li Sûriyeyê hemû li ser vê ne. Ji bo Şoreşa Rojava bê tesfiyekirin, tiştek nîna ku faşîzma Erdogan jê tawîzê nede, tiştek nîne ku pêşkêş neke; jê tê ku her tiştî bike. Lewma petrola Sûriyeyê xiste rojevê, ji bo vê jî li DYA û Rûsyayê kete nava hewldanan. Helwesta Rûsya û DYA’yê di vê meseleyê de, ew mijareke cuda ye. Ger faşîzma Erdogan li Idlibê têk biçe dê çeteyên wî yên faşîst ji hev bikevin. Ji ber vê yekê rewş di asteke krîtîk de ye û pêvajo dewam dike.

Rola kurdan a di Sûriyeyê de

Kurd di nava gelên Rojhilata Navîn de niha ew gel e ku hişmendiya xwe ya demokratîk herî bilind e, daxwaza xwe ya ji bo jiyaneke demokratîk û azad gelekî zêde ye, xwedî biryardarî û paradîgmaya têkoşînê ne. Ev gelekî girîng e. Ji vê jî girîngtir, asta azadiyê, perwerde, hişmendî û berxwedanê ya jinên kurd gelekî girîng e. Her wiha kurd ew gel in ku dûrî neteweperestiya etnîkî, zayendî û mezhebî ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin. Lewma pêşiya kurdan vekiriye. Ji ber vê yekê kurdên di sedsala 20’an de winda kirin dê di sedsala 21’ê de bi ser bikevin, sedsala 21’ê wê ya kurdan be. Em mafdar in. Kurd êdî di wê astê de ne ku bandorê li hevsengiyên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn dikin, her wiha carna wan hevsengiyan jî diyar dikin. Nepêkane ku ne DYA ne jî Rûsya vê yekê ji nedîtî ve bên. Ev yek nayê wê wateyê ku ev hêz bi rengekî erênî nêzî kurdan dibin. Di mijara polîtîkaya kurd de yan jî nêzîkatiya li pirsgirêka kurd, mirov nikarin bêjin ku DYA û Rûsya xwedî sicîleke baş in. Ji xwe mînaka Mahabadê heye, Peymana Cezayîrê ya 1974’an heye, komploya navneteweyî heye. Rûsyayê ne di dema reel sosyalîzmê de ne jî niha bi rengekî hesas nêzî pirsgirêka kurd û kurdan bû. Niha hinekî dibîne, fêhm dike, lê belê di nava nêzîkatiyeke nediyar de ye. Ger Rûsya wê xwedî stratejiyek têkildarî Rojhilata Navîn be, nabe ku kurdan ji nedîtî ve bê ku li çar welatan bi bandor in û xwedî van taybetmendiyên me qalê kirin. Tê dîtin ku Rûsya di vê mijarê de hîn bi nêzîkatiyeke demkî û konjonkturî tevdigere. Em nizanin ku wê çiqasî karibe xwe ji rewşa heyî rizgar bike.

Nêzikatiya DYA’yê

DYA timî bi xiyaneta li kurdan tê bîranîn. PDK bi xwe jî ji bo DYA’yê dibêje ‘Gelek caran xiyanet li Kurdan kir.’ Mebesta PDK’ê bêguman têkiliya xwe ya bi DYA’yê re ye. DYA bêguman bi rengekî xetê û îdeolojîk nêzî kurdan dibe.

Kî çi dibêje bila bêje, ger kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de nebin, ne pirsgirêkek bi rastî tê çareserkirin ne jî çareseriya wê pêkane. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di vê mijarê de gelekî ji xwe bawer û piştrast e. Bandora Şoreşa Rojava, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, bi taybetî wêrekî, lehengiya jinên kurd di berxwedanê de li nava raya giştî ya DYA’yê û mirovahiyê bû xwedî cihekî mezin. Bi dîtina vê rastiyê, DYA li şûna ku piştgiriyeke aşkera bide kurdên li Rojava, herî kêm dibe ku ji bo lihevkirina kurdên Rojava (Rojava-ENKS) karibe rolekê bilîze. Di bin vê de hesab, polîtîka û konseptên cuda hene, bêguman em baş pê nizanin.

Kurd bi qasî ku xurt bin wê hem di demokratîkkirina Rojhilata Navîn de xwedî rol bin, hem jî li ser vê bingehê karibin bi Rûsya, DYA û hêzên din re têkiliyê deynin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî