‘Bihara rasteqîn dê bi tasfiyebûna faşîzma Erdogan pêk were’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’e Sabrî Ok diyar kir ku bihara rasteqîn a gelên Rojhilata Navîn bi tasfiyebûna faşîzma Erdogan dê pêk bê. Ok got; “Faşîzma Erdogan ku hebûn û nebûna xwe di tasfiyekirina kurdan de dibîne, ketiye qonaxeke jêneveger. Tam di pêvajoyeke şikestinê de ye.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok têkildarî geşedanên dawî yên li Sûriye û rojavayê Kurdistanê, yekitiya neteweyî ya gelê kurd û şeweta li Girava Îmraliyê ji ANF’ê re axivî.

Ok bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û wiha got: “Çareseriya herî demokratîk û rast ew e ku di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de pêvajoya muzakereyên mayinde dest pê bike. Ger wisa bibe dê Cenevre biçe Şamê. Kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hem amade ne û hem jî heq dikin ku tev li Cenevreyê bibin. Lê ji ber zextên TC’ê û nêzîkatiyên hevnegir ên DYA koalîsyonê û tawîzên Rûsyayê, nikarin tev li Cenevreyê bibin. Ger ku kurd û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de nebin jî nepêkane ew civîn bi ser bikeve.

Yekitiya neteweyî

Di berdewamê de jî Ok bal kişand ser yekitiya neteweyî ya gelê kurd û ev tişt anî ziman: “Yekitiya netewî ya kurdan ji bo gelê me ji her demê zêdetir girîng e. Pirsa hebûn û azadiyê ya gelê me di rojevê de ye. Ji ber vê jî yekitiya netewî ji bo kurdan bivênevê ye. Gelê ku herî pir hatiye parçekirin, parvekirin gelê kurd ê ne xwedî statûyekê ye. Ez ê nebêjim ev çi qader e, ne jî bibêjim ev çi rewşeke ku nayê fêhmkirin. Dibe ku mirov dikare bibêje ev çi koase ku kurd hê jî êşa giran nebûna yekitiyê dijîn. Teqez e ku têkiliya vê bi karakterê mêtinger ê sedsalê re heye û têkiliya vê bi bandora vê mêtingeriyê ya li ser çînên kurdan heye. Hemû geşedan, civak û dîrok fermanê dide rêxistin û siyasetmedarên kurd ku demildest yekitiya xwe pêk bînin. Ev daxwaz û xewna her kurdî ye. Kî ji vê bireve, ji bo vê xwe nede ber kar û bar, dîrok û civak wan efû nake. Rêber Apo ji bo yekitiya neteweyî pir xebitî. Heta ku diyalektîka di navbeyna parçeyên Kurdistanê de neyê fêhmkirin pir zehmet e ku her parçeyek bi serê xwe dahatuya xwe diyar bike. Her destkeftiya li parçeyekî heta ku mirov mîna destkeftên hemû parçeyan nebîne jiyandina wê zehmet e. Jixwe hêzên mêtinger jî li gorî vê diyalektîkê polîtîkayan datînin û bi ser kurdan de tên.”

Xebatên yekitiyê û helwesta siyaseta Başûr

Bi domdarî jî Ok wiha got: “Rast e; ji bo yekitiya neteweyî di 2013’an de gaveke pir girîng hate avêtin. Li ber çav pirsgirêk weke ku tenê serokatiya kongreyê xuya dikir. Rêber Apo formûlek danî. Nav jî da û rêzdar Barzanî û Leya Zana weke hevserokên kongreyê pêşniyar kir. Ev pêşniyara Rêber Apo rasterast ji rêzdar Barzanî re hate ragihandin. Lê ev pêşniyar hate redkirin. Piştre derkete holê ku ya ku kongre asteng kirî dewleta tirk a mêtinger bû. Aşkera ye ku DYA û hêzên navneteweyî jî xwedî rol bûn. Tam jî wan deman li dijî faşîzma DAIŞ’ê giyanê seferberiya neteweyî derkete holê. Gerîlayên Kurdistanê ji Xaneqînê heta Şengal û Mexmûrê berxwedaneke mezin nîşan dan. Rêzdar Barzanî jî heta Mexmûrê çû, hewceyî pê dît ku gerîlayên Kurdistanê pîroz bike. Ev hemû geşedanên baş bûn. Lê dema ku dewleta tirk a mêtinger zext danî rêveberiya Başûr jî xwe quliband. Lê hê jî gotinên Erdogan ên dema referandûma Başûr de der barê rêveberiya PDK’ê de gotin di guhê mirov de zimêniyê dike. Dema ku mijar bû statûya azad a kurdan, bû yekitî û vîna hevpar a kurdan, di serî de dewleta tirk a mêtinger, hêzên serwer demildest dibin xwedî helwest û polîtîkaya hevpar. Jibîrkirin tiştekî xirab e, piştre, weke ku tiştek nebûbe PDK’ê got; ‘Heke PKK ne li Rojava bûye, dê dagirkeriya tirk û qirkirina li ser Rojava nebûya.’ Lê PKK ne li Idlibê hebû û ne jî li Lîbyayê. Divê mirov dev ji vê hişmendiyê biqere.”

Hewldanên rewşenbîran

Sabrî Ok anî ziman ku dahatuya birûmet û destkeftiyên mayinde encex bi vîna hevpar a gelê kurd û bi hêza gel çêdibe û ev nirxandin kir: “Niha jî tam dema pêkanîna vê ye. Ji ber vê jî rola rewşenbîr û hunermendên ku li çar parçeyên Kurdistanê dilîzîn pir girîng e.  Wê pir girîng be ku li çar parçeyên Kurdistanê tevgerên ciwanan û jinan vîna hevpar ava bikin. Şexsiyetên ku li nav civakê qedrekî wan heye, rewşenbîr, hunermend divê her kes bi rolekê rabe. Li çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat divê meş, mîtîng û çalakî werin kirin. Partiyê siyasî û lîder divê di rûyê hev de biaxivin. Kî ne xwedî helwesteke xirab be ji hêla kes û saziyên xwedî van çalakiyan ve divê werin teşhîrkirin û dîsa ji bo yekitiya neteweyî werin vexwendin.”

Hevdîtinên bi Ocalan re

Ok piştre jî bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû: “Hemû têkoşîna Rêber Apo ya ji serî ve ji bo ‘Kurdê Mirî’ zindî, ‘Kurdê Kole’ azad bike ye. Ne tenê gelê kurd, belkî gihandina jiyaneke azad û demokratîk a gelên Tirkiyeyê, dîsa ji bo demokratîkirina Rojhilata Navîn têkoşînê dide, ji bo vê çareserî û modelên perspektîfan pêş dixe. Hemû jiyana xwe ji bo vê da. Ji bo bê ka bi dewleta Tirkiyeyê re wê têkilî û çareseriyek bibe, kete nava lêgerînan. Ji bo rewşenbîrkirina civaka Tirkiyeyê projeyên çareserî û diyalogê pêşkêş kir. Nehatina çareseriyê ya dewleta tirk, nayê wateya ku hewldan û keda Rêber Apo vala çûye. Berovajî li gel fersendên mezin, nirxên mezin, derfetên têkoşînê yên mezin û proje û perspektîfên ku pêşerojê bikevin pratîkê pêşkêş kir.”

‘Faşîzma Erdogan bi ser neket’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok wiha berdewam kir: “Faşîzma Erdogan ketiye rêyeke jêneveger. Hişmendiya sed salî ya mêtingeriyê temsîl dike. Hemû hebûn û siberoja xwe li ser çokdanîna kurdan û tesfiyekirina Tevgera Azadiyê avakiriye. Li ser vê bingehê nêzî Rêber Apo dibe. Nêzîkatiya deweta tirk a li hemberî Rêber Apo, nêzîkatiya li dijî Tevgera Azadî û gelê kurd e. Tecrîda mutleq û îzalasyon tê wateya tesfiyeya mutlaq a PKK’ê. Ji bo vê her tiştê xwe seferber kiriye. Tam di dema şikestinê de ye. Ji ber ku tesfiyekirina faşîzma Erdogan, tesfiyekirina hişmendiya mêtinger a sed salî ye. Hemû pêşketin di vî warî de ye û di têkoşîna me ya 45 salî de dibe şerê me yê dawî be li gel TC. Dibe di vê pêvajoyê de me berdêlên mezin dabin, lê faşîzma Erdogan negihişte armancên xwe. Berovajî kete pêvajoya rizîn û hilweşînê. Krîzên aborî ên kûr ên niha Tirkiye li nav, rewşa şêlo ya siyasî û dîsa îzolebûna wê ya li cîhanê encamên têkoşîna me ya bi heybet e.”

‘Li Îmraliyê ti tiştek ji ber xwe ve dernakeve’

Herî dawî jî Sabrî Ok bal kişand ser şewata li Îmraliyê û ev tişt destnîşan kir: “Divê di serî de her kes vê bizane; li Îmraliyê ti tişt ji ber xwe dernakeve. Her tiştê bibe siyasî ye. Wateya her tiştekî heye. Suleyman Soylu ji ber xwe li ser qenalên televîzyonê nabêje; ‘Li Îmraliyê şewatek derketiye lê hate vemirandin.’ Dixwazin helwesta gelê me bizanin. Dixwazin li ser gelê me di hinek mijaran de bikin ku asayî bibînin. Dema ku dîtin nerazîbûn bi hêz bûn, erênî dîtin ku malbat hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin. Gelê me di kêliyê de li her derê Kurdistanê û li derveyî welat nerazîbûn nîşan da, ya girîng ev e; divê ji niha û şûnde jî wiha be. Yan jî wê rê nehatiba dayîn ku malbat li gel Rêber Apo hevdîtinê bike. Bi teqez ev nûçe bi armanca siyasî pêk hatiye, lê li wan vegeriya. Gotina Rêber Apo ya tenduristî û moralê min baş e jî siyasî ye. Tenê bi tecrîdê re sînordar nemîne. Divê hemû gel û dostê me tim di nava çalakiyê de bin. Tecrîd di şexsê Rêber Apo de hemû gel, mirovatî tê tecrîdkirin. Divê di serî de gelê me, her kes ji bo rûmet, azadî û siberoja xwe rabe ser pêyan. Divê li hemû çalakiyên me de ya esas azadiya Rêber Apo be. Her tişt girêdayî vê ye.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî