Li ser sînorê Rojhilat cenazeyê 7 penaberan hatin dîtin

Li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê cenazeyê 7 penaberên ji Afganistan, Pakistan û Sûriyeyê hatin dîtin

Li navçeya Ebex a Wanê li ser sînorê di navbera rojhilat û bakurê Kurdistanê de cenazeyê 7 penaberên ku jiyana xwe ji dest dabûn hatin dîtin.

Têkildarî mijarê walîtiya Wanê daxuyaniyek da û da zanîn ku piştî yekîneyên AFAD’ê li qada kîlometreyekê lêkolîn kirin, cenazeyê 7 kesên ku ji welatiyên Afganistan, Pakistan û Sûriyeyê ne, dîtine.

Rayedaran ji bo tespît û otopsiya cenazeyan bikin, cenaze birin morga Nexweşaneya Saziya Tipa Edlî ya Wanê. WAN

Dikarî Biecibînî