Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa koronayê tedbîrên nû ragihand

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî vîrûsa koronayê daxuyaniyek da. Rêveberiya xweser da zanîn ku hemû dibistan, zanîngeh û peymangeh heta demekê nediyar hatine hatine girtin

Navenda Nûçeyan |

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê rêzetedbîr girtin.

Daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Biryara jimareya 23;

Ji bo parastina xetereya ku vîrûsa koronayê çêdike û her wiha ji bo nehiştina belavbûna wê ku bûye krîza cîhanî û wek bergiriya baldariyê ev bergirî tên girtin;

– Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên qedexekirin.

– Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên (xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji roja şemiyê ango dîroka 14’ê adara 2020’an heta demeke nediyar têne girtin.

– Qedexeye kesek di tevahî deriyên girêdayî rêveberiya xweser ji bilî kesên ku ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne derbas bibe û tenê roja sêşemê di hefteyê de ji bo derbasbûnê ji diyarkirî ye.

– Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku piştre bistîne bên vekirin.

– Biryara hejmar 15 a girêdayî deriyê Sêmalka ku di 27.02.2020’an de hate derxistin, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.

– Ji bo kesên pêk bînin re ev biryar tê agahdarkirin.”

Dikarî Biecibînî