Li Girê Spî êrîş û topbarana dagirkeran didome

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Belûnê yê Girê Spî kir. Li ser bersivdayîna şervanan, 6 çete hatin kuştin. Hêzên dagirker herêmê topbaran dikin

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê şevek berê li ser rêya M4 kêmînek danî û êrîşî gundê Belûnê kir. Li ser vê yekê jî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di çarçoveya xweparastinê de bersiv da hêzên dagirker.

Li gorî agahiyên ji herêmê, di encama bersivdayînê de serçeteyê bi navê Elaî Idlibê û 5 çeteyên din hatin kuştin.

Di heman demê de artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Hoşan û rêya M4, gundên Qizelî, Korhesen û Silîp ên girêdayî Girê Spî topbaran kirin. GIRÊ SPÎ

Dikarî Biecibînî