Bayik: Divê gelê kurd tu hêzên biyanî nehêle ser xaka xwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got ku rewşa dawî ya li her çar parçeyên Kurdistanê nirxand û diyar kir ku armanca wan divê Kurdistaneke azad a dûrî wesayeta hêzên derve be. Bayik got ku divê gelê başûrê Kurdistanê tu hêzan bi taybet jî dewleta tirk nehêle ser xaka xwe

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Hawlatî re axivî û têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê nirxand.

Cemîl Bayik di destpêkê de bal kişand ser bandora xeta îdeolojîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna PKK’ê ya li nava gelên cîhanê û wiha got: “Gelên cîhanê, kedkar, jin xwedî li xeta Rêber Apo derdikevin. Ev yek ne tenê zêdebûna bandora PKK’ê ye, di heman demê de bilindbûna qîmetê kurdan li tevahiya cîhanê ye. Her wiha têkoşîna kurdan xurtir dike. Tevgereke siyasî ya bi vê bandorê têdikoşe, ji aliyê dost, dijmin, ji aliyê her kesî ve cidî tê dîtin.”

Geşedanên li başûrê Kurdistanê

Di berdewamê de jî Bayik bal kişand ser cihê PKK’ê yê di nava gelê başûrê Kurdistanê de û wiha domand: “Gelê me yê başûrê Kurdistanê piştgiriya têkoşîna PKK’ê dike. Xwedîderketina li Şoreşa Rojava ya li ser xeta Rêber Apo û xwedîderketina li berxwedana wê vê yekê nîşan dide. Bi sedan ciwan çûn Rojava şer kirin û şehîd ketin. Li dijî tecrîdkirina Rêber Apo têdikoşin. Boykotkirina malên dewleta tirk piştgiriyeke gelekî hêja ye. Divê em vê yekê destnîşan bikin; rêxistinbûneke yekser a PKK’ê li başûrê Kurdistanê nîne. Bêguman Rêber Apo û xeta PKK’ê bandor li hin kes û saziyan kirine. Hin rêxistin û tevger hene ku li gorî xeta Rêber Apo karên siyasî û civakî dikin. Ji ber ku nêrînên siyasî û îdeolojîk li her cihî bandorê dike.”

Rewşa Şengalê

Bayik bi bîr xist ku gelê başûrê Kurdistanê geleke ku yekitiya neteweyî girîng dibîne û destnîşan kir, ev yek jî nîşaneya berbiçav a piştgiriya ji bo PKK’ê ye. Bayik bal kişand ser rewşa Şengalê û wiha pê de çû: “Em dixwazin Şengal xweser be. Hem ji Iraqê hem jî ji Kurdistana Federal xweser be. Piştî bûyerên qewimîn, mafê êzidiyan e ku daxwaza xweseriyê bikin. Ger Iraq û PDK li dijî vê derkevin wê neheq bin. Wê nêzîkatiyeke bi wijdan û bi edalet nebe. Ger Êzidxan xweser bûya, xwedî xweparastinê bûya DAIŞ nekarîbû biketibûya nava Şengalê. Ger komeke biçûk a gerîla karî DAIŞ’ê rawestîne, hingî ciwanên êzidî û hêzên wan ên xweparastinê wê hîn bi xurtî li dijî wan rawestiya. Ger Rêveberiya Xweser a Şengalê hebûya wê biryara berxwedanê dabûya û li ber xwe dabûya. Ev rastî hemû ferz dikin ku divê Êzidxan xweser be. Ji xwe bawerî û çandeke cuda ye, lewma mafê xwe ye bi vî rengî be. Ferman û neheqiyên di nava dîrokê de li wan hate kirin jî pêwîstiya xweseriyê nîşan didin. Ger Iraq û PDK bixwaze rewş mîna beriya 3’yê tebaxa 2014’an be ev dê neyê qebûlkirin. Feraseta ‘Ez li her cihî serdest bim’ ne rast e. Ji xwe ne tenê li Şengalê û Êzidxanê, li her devera Iraq û Kurdistana Federal divê demokrasiya xwecihî hebe; divê herêm, bajar, civak û bawerî karibin xwe bi rê ve bibin. Feraseta siyasî ya demokratîk vê yekê daxwaz dike. Xweserî, demokrasiya xwecihî qutbûn nîne; bingeha yekitiya xurt e. Divê partiyên siyasî hemû, partiyên kurd piştgiriya vê daxwaza êzidiyan bikin. Di serî de berpirsyariyeke siyasî, wijdanî û exlaqî ya PDK’ê ya bi vî rengî heye.

Gelê Şengalê xweseriyê dixwaze. Naxwaze hêzekî siyasî yan jî hikûmeta navendî wan bi rê ve bibe. Em jî vê dixwazin. Gotina, ‘Bila dest ji Şengalê berdin’ tê wateya dest ji vê daxwazê berdin. Em vê rast nabînin. Ya esasî, exlaqî, wijdanî, demokratîk û rast ew e ku Iraq û PDK dest ji van zextan berdin.”

Derxistina hêzên biyanî ji xaka Başûr

Hevpeyvîna Cemîl Bayik wiha dom kir:

Bêguman her civak, her dewlet dixwaze hêzên biyanî ji nava xaka xwe derxîne. Meclis jî divê hurmetê nîşanî vê îradeya gel bide. Divê kurd bixwazin ku hêzên biyanî yên li xaka wan bên derxistin. Beriya her tiştî jî bixwazin Tirkiye bê derxistin. Dewleta tirk dijminê kurdan e. Hêzeke dijminê kurdan niha li Kurdistanê bi dehan baregeh ava kiriye. Ev hêzên dagirker in. Ji xwe jin, ciwan, tevahiya gelê başûrê Kurdistanê gelek caran çalakiyên protestoyî kirin û xwestin leşkerên tirk bên derxistin. Nîşaneya berbiçav a vê yekê ew e ku gelê Şêladizê avêt ser baregeha dewleta tirk. PDK’ê xwest têkiliya vê yekê bi PKK’ê re çêbike. Lê belê aşkera bû ku nerazîbûna gel a ji ber xwe ve bû. Siyasetmedar jî neçar in li gorî îradeya gel tevbigerin. Aşkera ye ku bi nêzîkatiya heyî ya PDK’ê ev baregeh nikarin bên derxistin. Gel wê teqez van baregehan ji holê rake. Heta ku ev baregeh ji holê neyên rakirin Kurdistan û gelê kurd dê xwe azad nebîne; heta wê demê jî mirov nikare qala welatekî azad bikin. Lewma divê armanca me Kurdistaneke azad a dûrî wesayetê be. Hebûna hêzên dagirker ên bi vî rengî divê tenê ji îrade û biryara hêzên siyasî re neyê hiştin. Bi rêya referandûmekê dikare ji gel bê pirsîn bê dixwazin an na. Li gorî vê yekê jî helwest dikare bê nîşandan. Rêbaza neteweyî û demokratîk wiha ye.

Hebûna DYA’yê ya li Rojava

Sê sedemên bingehîn hene ku Amerîka li Rojava ye. Ev jî ya yekemîn; di mijara jinûve avakirina Sûriyeyê de vê hebûna xwe bi kar bîne. Ya duyemîn; bandora xwe ya li ser Iraqê bi vî rengî xurt bike û ya sêyemîn jî ew e ku bandora siyasî li kurdan bike.

Rûsya jî dewleteke ku li Sûriyeyê hêzeke xwe ya siyasî û leşkerî heye. Dibêjin, ‘yekane hêza siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê meşrû ye, em in.’ Vê yekê jî dispêre têkiliyên xwe yên bi rejîma heyî ya Sûriyeyê re. Dibêje, em li ser banga hikûmeta rewa li Sûriyeyê ne. Bêguman mijara rewatiyê her kes li gorî xwe dikare binirxîne. Aşkera ye ku Rûsya dixwaze di dema avakirina Sûriyeyê de hebe.

Tirkiye û welatên cuda jî li ser Sûriyeyê polîtîkayên bi heman rengî dimeşînin. Armanca bingehîn a Tirkiyeyê ew e ku pêşî li statuya siyasî ya kurdan a li Sûriyeyê bigire.

‘Daxwaza û îradeya gelan jî heye’

Ev daxwaz û armancên hêzên derve ne. Bêguman daxwaz û îradeya gelan jî heye. Hêzên derve bandorê li siyasetê dikin, lê divê bê dîtin ku her tişt li gorî daxwaza wan nabe. Heta ku îradeya gel ji nebînin nepêkane li Sûriyeyê aramiyeke siyasî pêk were. Di serî de îradeya kurdan. Civakeke girîng a kurdan û ereb û suryanan heye ku bi wan re ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve tifaqeke xurt kirine. Hêzên derve her yek dixwaze kurdan ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Ev tên zanîn. Bêguman hebûna hêzên derve li Sûriyeyê û Rojava ji bo kurdan metirsî ye. Lewma li pêşiya kurdan pêvajoyeke tevlihev a têkoşînê heye. Ji xwe di rastiya Rojhilata Navîn de bi taybetî di rastiya kurdan de bêyî têkoşînê jiyaneke azad û demokratîk bi dest nakeve.

Gelê rojavayê Kurdistanê nabe ku xwe bispêre hêzekê. Kurd, ereb, suryan divê bi temamî giraniya xwe bidin ser afirandina Kurdistaneke xweser û Sûriyeyeke demokratîk. Li deverên derveyî Kurdistanê divê demokrasiya xwecihî hebe. Ger li tevahiya Sûriyeyê demokratîkbûn û demokrasiya xwecihî nebe hingî azadiya Rojava jî ewle nabe. Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke demokratîk dê bibe Sûriyeyek ku bandora hêzên derve lê kêm be. Xurtbûna îradeya gelan û demokratîkbûnê rêya herî xurt a bidawîkirina bandora hêzên derve ye.

Rewşa rojhilatê Kurdistanê û Îran

Nêzîkatiya me wiha ye ku em dixwazin Komara Îslamê ya Îranê demokratîk bibe. Li vir jî em alîgirê Îran a demokratîk, Kurdistana azad in. Feraseta me ya neteweya demokratîk, neteweya demokratîk rêya herî rast e ku aştî û aramiya li Îranê xurt bike.

Pirsgirêka jiyana demokratîk û azad a kurdên li Îranê heye. Têkoşîna gelê me yê rojhilatê Kurdistanê ya ji bo jiyaneke demokratîk û azad, mafdar e, rewa ye. Em dixwazin Komara Îslamî demokratîk bibe û kurd bibin xwedî statuyeke xweser a demokratîk. Li Îranê eyaleta Kurdistanê heye. Ev eyalet temamiya Kurdistanê nagire nava xwe. Ger tevahiya Kurdistanê bigire nava xwe û gavên demokratîk bên avêtin dê pirsgirêka kurd di nava yekitiya demokratîk a Îranê de çareser bibe. Dîroka Îranê zemîna vê yekê pêşkêş dike.

Tecrîda li ser Ocalan

Tecrîdkirina Rêber Apo tenê pirsgirêka PKK’ê nîne, pirsgirêka gelê Kurdistanê ye. Di mijara Rêber Apo de em vê peyamê didin tevahiya gelê kurd; Rêber Apo ji bo azadiya kurdan, ji bo jiyana demokratîk têdikoşe. Mejî û dilê xwe ji bo gelê Kurdistanê dixebitîne. Di dilê Rêber Apo de çar parçeyên Kurdistanê, gel, ciwan û jinên Kurdistanê hene. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li xwe ye.”

Di dawiya axaftina xwe de jî Bayik cejna Newrozê li gel pîroz kir. BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî