Parêzer ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Ocalan, Newroz Uysal û Rêzan Sarica, piştî 8 salan di 2’yê gulanê de, di 22’yê gulanê de, di 12’ê hezîranê de, di 18’ê hezîranê de û di 7’ê tebaxa 2019’an de çûbûn Îmraliyê  û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha her hefte serî li serdozgeriyê didin lê heta niha hemû serlêdanên wan bêbersiv hatine hiştin. STENBOL

Dikarî Biecibînî