Hediye Yûsif: Krîza Sûriyeyê dê veguhêze Tirkiyeyê

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Hediye Yûsif diyar kir ku dewleta tirk li Idlib, Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê di dorpêçê de ye û ev nirxandin kir: “Du rê li ber hene. Yan dê şerê Rûsyayê bike yan jî dê vekêşe. Ger vekêşe dê çete jî derbasî Tirkiyeyê bibin û dê bi xwe re krîza Sûriyeyê jî veguhêzin.”

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Hediye Yûsif têkildarî geşedanên li Sûriyeyê ji MA’yê bi Nazim Daştan re axivî.

Hediye Yûsif diyar kir ku divê şerê li Sûriyeyê wekî beriya Efrînê û piştî Efrînê bê nirxandin û wiha dom kir: “Beriya ku Tirkiye û çeteyên wê bikevin Efrînê, rejîma Sûriyeyê bêhêz bû û komên ku xwe wekî ‘muxalefeta Sûriyeyê’ bi nav dikirin, li gelek deverên welat bibandor b ûn. Vê yekê karê rejîmê zehmet kir lê piştî Rûsya ket dewrê her ku çû hêza wê zêdetir bû.”

Yûsif got ku Rûsyayê polîtîkaya xwe li ser lihevkirina bi Tirkiyeyê û herêmê re ava kiriye û wiha pê de çû: “Bi xistina balafira Rûsyayê û hewldana darbeyê re têkiliyeke cuda çêbû. Ev pêvajo bi Astanayê re dest pê kir. Di vê çarçoveyê de ‘herêmên derpevçûnî’ hatin îlankirin. Di serî de Şam, gelek komên ku Tirkiyeyê piştgiriya wan dikir ber bi herêmên sînor ve hatin şandin. Rûsyayê, bi destê Tirkiyeyê komên ji xwe re digotin muxalefet derxistin. Bi vî awayî hem rejîmê xurt kir hem jî bandora xwe zêde kir. Bi vê yekê peyamanên aborî hatin çêkirin, S-400 hatin kirîn. Ji bo dagirkirina Efrînê rê li ber Tirkiyeyê hate vekirin. DYA û hêzên NATO’yê jî daxilî dagirkirina Efrînê bûn. Hesabê wan ew bû ku di 3 saetan de Efrînê dagir bikin. Lê belê berxwedaneke dîrokî pêk hat. Paşê Efrîn dagir kirin û ji Dera, Kûneytra, Xûta û Kalamûnê çete anîn û li vir bi cih kirin. Piştî Efrîn hat dagirkirin pozîsyona rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê jî guherî.”

Civînên Astana û Cenevreyê

Bi domdarî jî Yûsif ev tişt destnîşan kir: “Rûsya bi van gavan û hevdîtinên Astanayê re li Sûriyeyê bû xwedî bandoreke mezin. Astana li dijî Cenevreyê dest pê kir. Hindik mabû ku Cenevreyê bişikîne. Divêtiyên peymana Astana û Soçiyê ku piştî Efrînê hatin çêkirin, bi cih nehatin. Diviya li herêma Idlibê komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji rêya M5 û M4’ê vekişin. Lê belê ev pêk nehatin. Vê yekê pêşiya hin tiştan vekir. HTŞ û komên dinê dîtin ku polîtîkayên Tirkiyeyê her diçe wan lawaz dikin. Idlib navenda wan koman e û ji bo wan cihekî stratejîk e. Deriyê Behra Spî ye. Tirkiye jî dixwaze di ser wê re xeyala xwe ya Osmanî pêk bîne. Lê belê daxwazên wê pêk nehatin. Piştî Efrînê, her ku çû krîzê kûrtir bû.”

‘Idlib veguheriya qada şerê navdewletî’

Di berdewamê de jî Yûsif anî ziman ku Idlib veguheriye qada şer a navdewletî û ev nirxandin kir: “Li Idlibê DYA, NATO û hêzên ewropî gefan li hev dixwin. Krîz û nakokî didomin lê dîsa jî Rûsya û DYA’yê li vir hinekî li hev kirine. Her du hêzan li Îsraîlê li hev kir. Kolîsyonê piştî DAIŞ’ê, li herêmê hêza Îranê kêm kir û koalîsyoneke sunî çêkir. DYA’yê ji bo hin têkiliyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hin tevdîr girtin. Welatên ereb anîn cem hev du, bi pêşengiya Erebistana Suûdî koalîsyonek çêkir û li hemberî Îranê hin hemle kirin.”

Lihevkirinên li dijî Îran û Rojava

Hediye Yûsif wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di polîtîkaya li dijî Îranê de DYA û Rûsya bûne şirîk. Ji ber hin hemle û polîtîkayên ku dê Rûsya li Sûriyeyê bike ev tişt pêk hatin. Vê peymanê kir ku koalîsyon li dijî hin peymanên ku Rûsya bi Tirkiyeyê re kir û dê bike bêdeng bimîne. Dema Tirkiyeyê berê xwe da rojhilatê Firatê, biryar girtin ku Rûsya li Idlibê bêdeng be. Di dawiyê de Tirkiye bi destûra her du aliyan êrîşî herêmê kir. Bi êrîşa dewleta tirk re kirin ku hêzên rejîmê xurtir bikevin herêmê. Îxtîmaleke mezine ev yek li gorî van lihevkirinan pêk hatibe. Ketina dewleta tirk a Girê Spî û Serêkaniyê planeke navdewletî ye. Komploya 9’ê cotmehê ye.”

‘Du rê li ber dewleta tirk hene’

Yûsif herî dawî jî wiha got: “Geşedanên li Idlib û li temamiya Sûriyeyê, ji bo lawazkirina dewleta tirk e. Li ser Idlibê jî berê wan dan Lîbyayê. Her ku diçe Tirkiyeyê teşhîrtir dikin. Bi peymana Astanayê re Rûsyayê ji hemû cîhanê re got ku dewleta tirk piştgiriyê dide çeteyan. Xistin pozîsyona sûc. Qada hewayî li dewleta tirk girtin û li leşkerên wan xistin. Hem li Idlibê û hem jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dewleta tirk xistin dorpêçê. Agirbesta li Idlibê pênebawere. Dê zêde nedome. Her du alî jî amadekariyên şer dikin. Rûsya û rejîmê rêya M5’ê bi dest xistin û Rûsya û Tirkiye jî li ser rêya M4’ê dewriyeyan diavêjin. Lê komên li wir êdî bawerî bi dewleta tirk nîne. Dê ev krîz derbasî Tirkiyeyê bibe. Nikare qada hewayî bi kar bîne û dê Idlib ji dest biçe. Tenê du rê li ber Tirkiyeyê hene. Yan dê şerê Rûsyayê bike yan jî dê vekêşe. Ger vekişiya dê çete berê xwe bidin Tirkiyeyê û krîza li Sûriyeyê jî dê veguhêze Tirkiyeyê.” ŞEHBA

Dikarî Biecibînî