Ciwanan li Binarê Qendîlê Newroz pîroz kirin

Ciwanan li gundên Binarê Qendîlê bi coşeke mezin agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin. Gerîlayan jî li girên bilind ên Qendîlê agirê Newrozê pêxist

Tevî metirsiya vîrûsa koronayê jî li her derê Kurdistanê agirê Newrozê hate pêxistin. Ciwanên Binarê Qendîlê jî li ser girên bilind agirê Newrozê pêxistin.

Her wiha li çiyayên bilind jî gerîlayan agirê Newrozê pêxistin û Newroz pîroz kirin. Ciwanan heta direngiya şevê li ber agirê Newrozê govend gerandin.

Pîrozbahiya Newrozê li gelek gundên Binarê Qendîlê heta derengiya şevê berdewam kir.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Newroz pîroz be’ hatin berzkirin. QENDÎL

Dikarî Biecibînî