Li Pirsûsê 9 ciwan hatin binçavkirin

Polîs û leşkerên tirk şevê din bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bûne, li Pirsûsê 9 ciwan binçav kirin

Polîs û leşkerên dewleta tirk şevê din li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser gelek malan de girtin. Hat zanîn ku di encama serdegirtina malan de 9 ciwan bi hinceta ku tev li pîrozbahiyên cejna Newrozê bûne, hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan ji kesên hatine binçavkirin navê yekî jê Mehmet Bulbul e.

Ciwanên ku hatine binçavkirin niha li Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê tên girtin. RIHA

Dikarî Biecibînî