Li Girtîgeha Kaniya Xezalan girtiyeke ku bêhna wî kurt dibû mir

Li Girtîgeha Vekirî ya Sazdiya Înfazê ya Kaniya Xezalan a Rihayê girtiyek duh êvarê ji ber ku bêhna wî kurt bû, mir. Girtiyan da zanîn ku 13 girtiyên li heman qawîşê xistine karantînayê û fikara wan heye ku girtî ji ber vîrûsa koronayê miri be

Li Girtîgeha Vekirî û Saziya Înfazê ya Kaniya Xezalan a Rihayê girtiyek ragihand ku li qawîşa A-8 duh êvarê girtiyekê 64 salî yê bi navê A.A. jiyana xwe ji dest daye. Girtî da zanîn ku bêhna A.A. kurt bûye û piştre jî jiyana xwe ji dest daye.

Girtî da zanîn ku 13 girtiyên li heman qawîşê jî ji ber gumana vîrûsa koronayê xistine karantînayê. Girtî destnîşan kir ku qawîşa A-8 jî hatiye girtin. Girtî daxuyand ku A.A. ku jiyana xwe ji dest da, ev 4-5 roj bûn ku nexweş bû û bêhna wî diçikiya.

Herî dawî jî girtî ev agahî dan: “Em nizanin cenazeyê A.A. bi ku de birin. Têkildarî mijarê girtîgehê tu agahî nedane me. Fikarên me hene ku A. ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dabe.”

Li ser vê agahiyê, nûçegihanên MA’yê li girtîgehê geriyan lê rayedaran bersiva; ‘Em ê di vê mijarê de agahiyan nedin.’ RIHA

Dikarî Biecibînî