Li Sêrtê operasyona qirkirina siyasî

Polîsên dewleta tirk îro di danê sibehê de li Sêrtê bi ser gelek malan de girt û di encamê de 7 kes binçav kirin

Polîsên dewleta tirk tirk îro li Sêrtê di danê sibehê de bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Ozalp, Îbrahîm Ekîncî, Metîn Ekîncî, Berxwedan Dayan, Keştî Dayan, Ferhat Dayan û Kadrî Dayan hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan di dema serdegirtina malan de polîsan dest danîn ser materyalên dîjîtal ên li malan. Kesên ku hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê. SÊRT

Dikarî Biecibînî