Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber koronayê navber da çapkirinê

Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vîrûsa koronayê navber da çapkirinê. Heta rewşa awarte ya ji ber vîrûsa koronayê asayî dibe, rojname dê bi awayekî dijîtal weşana xwe bike

Navenda Nûçeyan |

Rojnameya Yenî Yaşamê ji ber vîrûsa koronayê navber da weşana xwe ya çapê. Rojnameyê di rûpele xwe yê yekemîn de bi ser navê ‘Ev ne nivîsa xatirxwestinê ye’ daxuyaniyek da û ragihand ku ji ber encamên nebaş ên vîrûsa koronayê, êdî dê rojnameyê çap nekin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku heta rewşa awarte ya heyî asayî dibe, dê 24 saetan weşana xwe bi awayekî dijîtal bikin. PDF’ên rûpelên xwe jî dê her roj li ser malpera xwe biweşînin.

Dikarî Biecibînî