KCK: Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo gel vîrûsa herî metirsîdar e

KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di serdemekê ku hemû cîhan li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe de, desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşî kurdan dike û got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo gel û mirovahiyê vîrûsa herî metirsîdar e.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî xespkirina 8 şaredariyên HDP’î daxuyaniyeke nivîskî bi raya giştî re parve kir. KCK’ê diyar kir ku li dijî vîrûsa dijminê gelan û kurdan, divê hemû gel xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîna xwe, xwe ji vê belayê rizgar bikin

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Dijminatiya faşîzma mêtinger qirker a li dijî kurdan careke din hate dîtin. Di rewşekê de ku dinya û gelên Tirkiyeyê ketine derdê vîrûsa koronayê, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo karibe li ser pêyan bimîne êrîşên xwe yên li dijî kurdan û hêzên demokrasiyê didomîne. Derdê vê desthilatdariyê tenduristiya mirovahiyê nîne. Ji xwe beriya du mehan vîrûsa koronayê li Îranê hatibû tespîtkirin û hingî gotibû, ‘vîrûs li gel me nîne’ û tevdîr negirtibû. Meh û nîvek, du mehan vîrûsa koronayê bi rengekî hêsanî li Tirkiye û Kurdistanê geriya. Bi gotina ‘vîrûs li gel me nîne’ pesnê xwe da, bi vî rengî hewl da desthilatdariya xwe bidomîne û şerê taybet li dijî gelên Tirkiyeyê meşand. Bi derewan rastî veşartin. Di dawiyê de jî neçar man ku li xwe mikur bên, lê vîrûs li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye.

Ji bilî dewamkirina desthilatdariya xwe û şerê li dijî gelê kurd û hêzên demokrasiyê li tiştekî din nafikirin, lewma gelên Tirkiyeyê niha di nava metirsiyeke mezin de ne. Bi vî rengî sûcekî mezin li dijî gelên Tirkiyeyê kirin. Hîn jî hejmara mirovên nexweş û yên jiyana xwe ji dest dan kêm nîşan didin, bi vî rengî hesasiyeta mirovan a li pêşberî mijarê lawaz dikin û vî sûcê xwe hîn jî dewam dikin.

KoronaErdogan şer xistiye rojeva Tirkiyeyê

Vê desthilatdariya faşîst di nava van du mehên dawî de hewl da çeteyên li Idlibê biparêze, leşker û çete şand Lîbyayê û şer lê meşand, her roj êrîş bir ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên hewayî li Qendîl, Zap û Xakurkê kir û got, ‘Me ewqas PKK’yî kuştin’. KoronaErdogan li şûna ku bi tenduristiya gelan re mijûl bibe, şer xistiye rojeva Tirkiyeyê.

Mirovahî hewl dide xwe biparêze lê derê AKP-MHP’ê dijminatiya li kurdan e

Di demekê de ku vîrûsa koronayê li her devera Tirkiyeyê belav bû û 10 roj in rojeva Tirkiyeyê têkoşîna li dijî nexweşiya şewbê ye, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê careke din dest bi êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd kiriye. Vîrûsa koronayê jî mîna hewldana darbeyê ya 16’ê tîrmeha 2016’an weke ‘Xêra Xwedê’ dîtin û ji bo polîtîkaya xwe ya qirkirina kurdan bi kar tînin. Di rewşeke welê de ku gelê kurd û şaredarî ji bo pêşîlêgirtina li vîrûsa koronayê bi hev re dixebitîn, hevşaredarên 8 şaredariyan hatin destgîrkirin û li şûna wan qeyûm hatin tayînkirin. Mirovahî hewl dide jiyana xwe biparêze, lê derdê vê desthilatdariyê dijminatiya li kurdan e û bi mejiyê ‘Bila Kurd dayika xwe nebîne’ tevdigere. Ev desthilatdarî dijminê sax, mirî û nexweşên kurdan e, lewma tiştekî din ji vê desthilatdariyê nayê hêvîkirin. Gel ji ber ku xwedî wijdan û exlaq e dibêje, em ne li benda vê bûn, ji me hebû ku di rewşeke wiha de wê vê neke. Rastiya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ev e. Matmayina li pêşberî kiryarên vê desthilatdariyê tê wateya nasnekirina vê desthilatdariyê. Li cîhanê tu vîrûs bi qasî vê desthilatdariyê dijminê mirovahiyê nîne. Ji ber ku wijdan, mirovahî, exlaq bi vê desthilatdariyê re nîne. Ji xwe tiştekî din ji desthilatdariya faşîst nayê hêvîkirin.

Dê êrîşa psîkolojîk hîn bi bandor be

Divê neyê gotin, di rewşeke wiha de çawa tiştekî bi vî rengî kirin. Berevajî; di her şert û mercî de bi zanebûn êrîşê dibe ser kurdan û hêzên demokrasiyê. Di rewşeke welê de ku tenduristî di rojeva her kesî de ye, vê desthilatdariyê xwest bi êrîşên wiha yên li dijî şaredariyan kurdan ji aliyê psîkolojîk ve bixe nava şoqê û travmayekê çêbike. Peyameke wiha dan kurdan; ‘Çi dibe bila bibe di her şert û mercî de ez ê êrîşî te bikim, ya tu yê teslîm bibe ya jî tu ji êrîşên min rizgar nabe.’ Li dijî gelê kurd êrîşeke psîkolojîk hatiye kirin. Jê hebû ku di nava şewba vîrûsê de wê êrîşa psîkolojîk hîn bi bandor be. Desthilatdariya li dijî me desthilatdariyeke bi vî rengî ya dijminê mirovahiyê ye.

Mijareke din a ku bû hincet ku êrîşeke wiha bê kirin, pîrozkirina Newrozê bi rengê xurt û berfireh bû. Dibe ku li meydanan û salonan nehate pîrozkirin. Lê belê li kolanan û malan hemûyan bi berfirehî û bi coş Newroz hate pîrozkirin. Navenda şerê taybet a dijminê kurdan ji bo tola vê pîrozkirina bi coş ji gelê kurd hilîne, ji bo coşa Newrozê têk bibe, êrîşeke wiha kir.

Piştî êrîşên li dijî şaredariyan, ev helwest ji aliyê gelek hêz û derdoran ve weke dijminatiya li kurdan hate pênasekirin. Tespîta rast ev e. Divê mirov li gorî vê tespîtê nêzî desthilatdariya AKP-MHP’ê bibin, xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.

Li gorî desthilatdariyê girtiyên siyasî dikarin bimirin!

Bi şewba vîrûsa koronayê re efûya girtî û hikûmxwaran û derxistina ji girtîgehan kete rojevê. Lê belê girtiyên siyasî ku piraniya wan ji ber nêrînên xwe yên siyasî û bêsedem bi biryara polîtîk hatine girtin, naxwazin berdin. Li gorî vê desthilatdariya faşîst ew dikarin ji ber nexweşiyê bimirin! Ji ber ku 90 ji sedî yê girtî û hikûmxwarên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê kurd in. Li gorî dijminên kurdan bêguman divê ‘Kurd dayika xwe nebîne. Kurd bêyî ku dayika xwe bibîne divê bimire.’

Rastiya vê desthilatariyê bêhtir tê fêhmkirin ku li peşberî vîrûsa koronayê hişyarî neda, tevdîran nagire, gelên Tirkiyeyê di nava şewbeke wiha de dihêle, girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû dihêle, li şûna hevşaredarên ku bi gel re li dijî vîrûsê têdikoşin qeyûman tayîn dike. Ev polîtîkayên êrîşkar ên desthilatdariya AKP-MHP’ê divê bibe wesîleya zanebûn, piştevanî û bilindkirina têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê.

Ev desthilatdarî ji bo gel vîrûsa herî metirsîdar e. Vîrûs di encama krîza ekolojîk de ya ku kapîtalîzmê afirand, derkete holê. Desthilatdariya AKP-MHP jî bi zanebûn dijminatiyê li kurdan, hêzên demokrasiyê û mirovahiyê dike. Li dijî vê vîrûsa dijminê gelan û kurdan, divê gelên me xwe bi rêxistin bikin û bi têkoşîna xwe, xwe ji vî belayî rizgar bikin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî