Îdianameya li ser qetilkirina Tahîr Elçî hate amadekirin

 Îdianameya li ser qetilkirina Tahîr Elçî piştî 5 salan hate amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo polîsên ku Elçî qetil kirin ji 2 salan heta 6 salan, ji bo Ugur Yakişir ku tê îdiakirin endamê PKK’ê ye jî 3 caran muebeta giran û 45 sal cezayê girtîgehê xwest

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê li ber Minareya Çarling daxuyanî dida, ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû qetilkirin. Îdianameya li ser qetilkirina Elçî piştî 5 salan temam bû.

Îdianameya ji 41 rûpelan pêk tê, piştî lêkolîna 5 salan a Serdozgeriya Komarê ya Amedê hate temamkirin. Di îdianameyê de kuştina polîsên bi navê Ahmet Çîftaslan û Cengîz Erdûr û kuştina Elçî kirin yek.

Di îdianameyê de hate diyarkirin ku ‘Gumaneke zêde ya sûc a polîsan heye.’ Di îdianameyê de ji polîsên bersûc M.S., F.T. û S.T. ji 2 salan heta 6 salan cezayê girtîgehê hate xwestin.

Her wiha di îdianameyê de ji bo Ugur Yakişir ê ku tê diyarkirin PKK’yî ye ji îdiayên cihê 3 caran muebeta giran û 45 salan cezayê girtîgehê hate xwestin. AMED

Dikarî Biecibînî