Girtiyên PKK û PAJK’î: Hikûmet dixwaze li girtîgehan qirkirinê bike

Girtiyên PKK û PAJK’î bi daxuyaniyekê got: “Divê hemû raya giştî bizane ku li girtîgehan tu tevdîr nehatine girtin. Ji bo ku vîrûsa koronayê li hemû girtîgehan belav bibe, hemû derî hatine vekirin. Hikûmet li ser me girtiyên siyasî dixwaze qirkirinê bike. Divê gelê me û raya giştî ji vê rewşê haydar be.”

Navenda Nûçeyan |

Xetereya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a li ser girtiyên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê her ku diçe mezintir dibe. Têkildarî mijarê li ser navê girtiyên PKK û PAJK’î Denîz Kaya daxuyanî da.

Daxuyaniya Denîz Kaya wiha ye:

“Her roja ku diçe baştir tê dîtin û fêhmkirin ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê, li ser gelên Tirkiyeyê û Kurdistanê weke qofbûnekê tim mezin dibe, li pêşiya geşbûna siyasî-aborî û demokratîk astenga herî mezin e. Rêveberiya welat ku ketiye rewşa dîktatoriyê, ji bo ku desthilat û berjewendiya beşekî berteng biparêze, her cure çavsoriyê dike, li ser dahatuya gelan talûkeyeke mezin çêdike. Hikûmeta AKP-MHP’ê ku li binê paşverûtiyê dane, bi polîtîkayên xwe yên di siyasetê de yekrengî, di aboriyê de talangerî, li qada civakî jî bi nîjadperestî û faşîzmê, welat ji hêla giyan, hîs û raman ve dabeş kiriye, bûye piyonê jirêzê yê hêza emperyal û hegemon. Ev hikûmeta ku çi raman û bernameyeke wê ya siyasî nemaye, tenê bi dijminatiya kurdan û demokrasiyê ya di bîra wê de ya siyasî de tevdigere û wiha hewl dide ku li ser pêyan bimîne. Ev ajoya apolîtîk ku bi salan domkirî asta demokatîk û zenginiya welat tim kêm kiriye. Bi yasayên li derveyî çarçoveya qebûlkirinên gerdûnî hîç hewceyî pê nabîne ku veşêre ew çendî bi cihêkarî, kîndarî û li derveyî çarçovaya giştî ya hiqûq û sincê tevdigere. Rêgezar cihêbûna hêzan li vê pergalê ji gotinekê wêdetir ne tiştek e, rêveberî, yasa û daraz ji bo dahatuya vê desthilatê ji hêla burokratîk ve hatiye dagirkirin. Normên gerdûnî yên di pergala wan a hiqûqê de jî bi hevkariya bi van hêzan re têne binpêkirin, welat bi rengekî bêqanûnî û kêfî tê rêvebirin.

Pêvajoyeke ku hiqûq nesazkar hatiye destpêkirin

Van demên dawî li ser sedan hevalên me bi îfadeyên bêyî bingeha yasayî doz têne vekirin, der barê wan de pêvajoyeke ku hiqûq ne sazkar e hatiye destpêkirin. Piraniya van hevalên me ji ber cezayê neheq ku ji Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) û Dadgehan Cezaya Giran standin diviya bihata berdan, lê bi operasyoneke wiha ya krîmînal tê xwestin ku pêşî li berdana wan were girtin. Gelek parêzerên ku em muwekîlê wan in hatin binçavkirin û bi vî rengî mafê me yê parastinê ji dest me tê standin. Li nav pergaleke wiha ku ev çend êrîş li ser parastinê hene mirov nikare behsa hiqûqê û serweriya wê bike. Bi van darizandinan û îdiayên bêbingeh hikûmeta berdest dixwaze pergala îşkencekar û zextkar bêhtir berfireh bike.

Li hemû girtîgehan pergaleke îşkenceyê heye

Li hemû zindanên ku em lê têne girtin, ji ser ta pê pergaleke bi îşkenceyê ye. Bi hijmartina li ser pêyan, bi rengekî tazî sehkirina girtiyan, bi navê sehkirina rûtîn dixwazin pergala îşkence û zextê domdar bikin. Bi van kirinên ku di rêziknameyên yasayî de nîne, bi cezayên cihê yên disiplînê, bi şewitandina înfazan û her carê bi êrîşên fîzîkî dixwazin ku em serê xwe ji van neheqiyan re bitewînin û teslîmî vê pergala îşkencekar bibin. Têkiliya me ya bi derve re bi kêfa kefiyeteke bêqanûn ve hiltine. Piraniya nameyên me bêyî tu teblîxê nadin me, piraniya wan jî piştî bi mehan didin. Dest li ser piraniya pirtûkên me datînin, bi vî rengî dixwazin hûkmê li ser ramana me bikin. Ji bilî rojname, kovar û weşanên bi ser wan ve naxin hundir. Axaftinên telefonê û serdana malbatê pir kêm dikin, bi îşkenceya sehkirina ser wan, malbatên me poşman dikin ku hatine serdanê. Bi cezayên neheq ên disiplînê bi sedan hevalên me ez nêzî salekê ne malbata xwe dîtine û ne jî bi telefonê axivîne. Bi navê sehkirinê, bêyî ku guh bidin saet û danî bi ser odeyan de digirin, dest li ser eşyayên me datînin, odeyên me talan dikin.

Pergala Girtîgeha Îmraliyê

Zext û îşkenceya giran li Îmraliyê tê bicihanîn. Li Pergala Girtîgeha Îmraliyê ku bi aqilê dewletên komploger ên navdewletî û bi jandarmatiya Tirkiyeyê hatiye dizanykirin, ev 21 sal in tecrîd didome. Li ser Rêbertiya me ku hêviya demokratîk, azadî û çareseriyê ye tecrîda mutleq heye. Komploya navneteweyî bi rewşa rojene bi polîtîkaya tecrîda mutleq tê domandin. Li Pergala Îmraliyê tu hiqûq nayê naskirin, guh nadin tu mafan. Deriyên Îmraliyê,  piştî greva birçîbûnê û rojiya mirinê ku bi pêşengiya berxwedana me ya zindanan piştî salan derî li Îmraliyê vebûne, bi parêzer û malbatê re hevdîtin çêbûn. Lê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê piştî çend hevdîtinan tecrîda mutleq sazkar kirine. Li Îmraliyê ku bêyî pergalê pel jî lê nalebite piştî ku şewat derketî, bi berxwedana gelê kurd ku rabûyî ser pêyan û bi berxwedana hêzên demokrasiyê malbat herî dawî di 2’yê adarê de çûne hevdîtinê. Ji wê demê ve hemû serlêdanên malbat û parêzeran bêbersiv mane. Israra li ser tecrîdê israra li ser şer, îşkence, mirin û neçareseriyê ye.

Operasyonên qirkirina siyasî

Ji derveyî van pêkanînên kêfî û derhiqûqî, operasyonên qirkirina sîyasî jî didomin. Gelek kes bi îdiayên bêbingeh û dosyayan tên girtin û avêtin girtîgehan. Di van rojên ku em di vîrûsa koronayê (Covîd-19) re derbas dikin, rojeva herî girîng a cîhanê û Tirkiyeyê qada tenduristiya civakî ye. Lê rejîma nîjadperest bi operasyonên qirkirina siyasî ya ku bê navber didomîne, carekê din nîşanî raya giştî ya cîhanê da ku dijminê kurdan e. Bi polîtîkayên qeyûman, hikûmeta heyî careke din nîşan da ku armanca wê ne tenduristiya civakê, armanca wê ya ji ewil ew e ku ji ewil vîna gelê kurd û hêzên demokrasiyê xesp bike û faşîzma xwe tam bide rûniştandin. Ev polîtîkayên hikûmeta AKP- MHP’ê ji bo gelê Kurdistan û Tirkiyeyê realîteya wê ya siyasî tune bûye, tu rewatiya wê ya hiqûqî û ne jî wijdanî nemaye. Ev hikûmeta ku li pêşiya siberojeke jiyaneke demokratîk û azad weke astengiyekê sekiniye, veguheriye dîktatorekî kamil û faşîzmê divê bê derbaskirin.

Dixwazin li ser girtiyên siyasî komkujiyekê pêk bînin

Di vê pêvajoya ku em tê re derbas dibin de cîhan bi gefa vîrûsa koronayê rû bi rû ye. Ev xetereya ku veguheriye pandemiyê li tevahî cîhanê tevdîrên berfireh hatine girtin, xebatên ji bo parastina tenduristiya civakê tên kirin. Di vê pêvajoyê de girtîgeh, dîsa bi rêjeya tijebûnê bi derfetên sînordar ên paqijî û tenduristiyê, li dijî vîrûsa koronayê ketine kategoriya qad û komên herî metirsîdar de ye. Girtîgeh ên bûne qadên herî kêm tevdîr lê hatine girtin, weke mafê jiyanê di bin xetereyeke mezin de ye. Guhertina di hiqûqa înfazê ya paketa darazê ya di encama zexta raya giştî ya hestiyar û civakê de derketî holê, ruhê cihêkar ê faşîst ê vê hikûmeta cihêkar daye nîşandan û bi vê sererastkirinê re li ser me girtiyên siyasî ên li girtîgehan dixwazin qetlîamekê pêk bînin. Ev sererastkirina li dijî rêgezên wekheviyê, ji bo kesên temenê wan mezin û di koma xwedî rîskê de ne jiyana hemû girtiyan hatiye hedefkirin. Ev yek ji aliyê me fe hatiye zanîn û famkirin. Em li vir bang li hemû raya giştî dikin; tu tevdîrek nehatiye girtin. Ji bo belavbûna Covîd-19’ê li zindanan weke ku hemû derî hatine vekirin û bingehê vê hatiye danîn. Li vir ji belavbûna şewbê û mirinên ku pêk bê hikûmet û wezîrên erkdar berpirs in. Nêzîkatiyên hikûmetê û wezareta tenduristiyê dixwazin ji şewbê sûd bigirin û veguherînin qirkirin û cînayetên siyasî. Di serî de malbat û raya gişt divê bi vê zanabûnê tevbigerin û daxwaz dikin ku li hemberî zindanan bi hestiyarî tevbigerin.

Em girtiyên PKK’î û PAJK’î vê dibêjin; em ên xwedî mîras û çandekî berxwedana zindanan a nêzî 40 salî, em girtiyên azadiyê li hemberî van êrîşan teslîm nabin û ji azadiya xwe gav bi şûn ve navêjin. Dê polîtîkayên îşkence, zext û qirkirinê ya vê sîstema li ber hilweşînê naraweste û dê neraweste jî. Lê çawa ku me salên 1980’ê û 1990’î îro jî em ê li dijî van zordaran li ber xwe bidin û bi ser bikevin.”

Dikarî Biecibînî