Li başûrê welat 9 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li başûrê welat 9 kesên din bi vîrûsa koronayê ketin. Bi giştî heta niha li Başûr 122 kes bi şewba vîrûsa koronayê ketine

Navenda Nûçeyan |

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Hewlêrê 8 kes û li Helebçeyê jî welatiyeke din bi vîrûsa koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de wezareta tenduristiyê destnîşan kir ku li başûrê welat heta niha hezar û 422 ji ber vîrûsa koronayê xistine karantîna ye. Her wiha agahiya; ‘425 kes li Hewlêrê, 281 kes li Silêmaniyeyê, 628 kes li Dihokê, 30 kes li Helebçeyê, 5 kes li Germiyanê, 32 kes li Raperînê û 20 kes jî li Koyeyê di karantînayê de ne’ hate parvekirin.

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê, heta niha li başûrê welat 122 kes bi vîrûsa koronayê ketine û ji van 2 kesan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha ji kesên bi şewbê ketin 51 kes jî jê sax bûne.

Dikarî Biecibînî