Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan aqûbeta xizmên xwe pirsîn

Dayikên Şemiyê li Stenbolê di hefteya 783’yan de û Xizmên Windayan ên Amedê jî di hefteya 581’an de bi daxuyaniyên cuda aqûbeta xizmên xwe yên ji hêla dewletê ve hatine windakirin pirsîn û xwestin ku kujerên wan bên darizandin

Navenda Nûçeyan |

Ji bo dîtina kesên ji hêla dewletê ve hatine qetilkirin û windakirin û darizandina kujerên wan, di vê hefteyê de jî Dayikên Şemiyê li Stenbolê û Xizmên Windayan ên Amedê çalakiya xwe li dar xist. Ji ber talûkeya vîrûsa koronayê, daxuyaniyên vê hefteyê jî li ser hesabên medyaya civakî hate dayîn.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 783’yan de li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî dan. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Neslihan Uslu, Metîn Andaç, Hasan Aydogan û Mehmet Alî Mandal ên 22 sal berê hatine windakirin, pirsîn.

Xwişka Hasan Ocak ê ku di 21’ê adara 1995’an de hatibû revandin û qetilkirin, Masîde Ocak daxuyanî da. Ocak diyar kir ku vîrûsa koronayê ji bo jiyana hemû mirovahiyê talûke ye û rêya xelasiya ji vê vîrûsê, paqijî û dûrketina ji cihên girseyî ye. Ocak got ku dewlet neçare ku şert û mercên paqijiyê amade bike, di hêla aboriyê de piştgiriyê bide gel û girtiyan biparêze.

Ocak piştre jî serpêhatiya Andaç, Uslu, Aydogan û Mandal vegot. Ocak wiha domand:

“Di 31’ê adara 1998’an de Metîn Andaç (46) ê ji Bergamayê, Neslihan Uslu (30) a ji Duzceyê, Hasan Aydogan (24) ê ji Tokatê û Mehmet Alî Mandal ê ji Menemenê, li Alaçatiyê hatin binçavkrin. Malbat û parêzerên wan serî li ÎHD, Rêxistina Efûya Navneteweyî, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY’ê dan. Lê hemû hewldanên wan bêencam man. Wezîrê karên hundir ê wê demê Mûrat Başeskîoglu gotibû; ‘Kesên navborî ji endamtiya rêxistinê hêj di listeya lêgerînê de bûn.’

Turan Unal ê xwe wekî endamê JÎTEM’ê pênase dikir, li xwe mikur hat ku Neslihan û hevalên wê li Foçayê li qada leşkerî di avahiyên kontrgerîllayan de hatin darizandin, li semta Uçkuyular a Îzmîrê li avahiyên kontrgerîla de hatin girtin û piştre jî li keleka masîvanekî siwar kirin û bi bombeyê di nava deryayê de înfîlaq kirine.

Der barê van îdiayan de lêpirsîn nehate kirin û aqûbeta wan di tariyê de hiştin. Em dibêjin êdî bes e. Em dixwazin ku êdî daraz bi erka xw rabe.”

Çalakiya li Amedê

Ji ber vîrûsa koronayê, Xizmên Windayan û Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê jî nekarî çalakiya xwe li dar bixin. Ji ber vê yekê, komîsyonê di hefteya 581’an de daxuyaniya nivîskî weşand û ji hikûmetê xwest ku komîsyona heqîqetê bê avakirin. Komîsyonê vê hefteyê cih da çîrok û aqûbeta Yûsûf Tunç ê di 9’ê sibata sala 1994’an de li Qoserê hatiye binçavkirin û careke din agahî jê nehatiye girtin, pirsî.

Komîsyonê da zanîn ku Tunç li gel malbata xwe li gundê Kerengo dijîya. Di 9’ê sibata sala 1994’an de di saetên êvarî de seyareyeke spî hat ber deriyê malê û kesên bi rûpoş û çekên lûledirêj bi ser malê de girtin û Yûsûf Tunç bi zorê li seyareyê siwar kirin. Komîsyonê diyar kir ku Tunç bi zorê birin û careke din agahî jê nehate girtin.

 

Dikarî Biecibînî