Ji rêziknameya Erdogan hiqûqa dijminatiyê derket

Rêziknameya Sererastkirina Înfazê îro bi awayeke derhiqîqî bi Biryarnameya Serokomariyê, di Rojnameya Fermî de hate weşandin. Di rêziknameyê de zimanê kurdî jî hedef hatiye girtin. Parêzera OHD'ê Nuray Ozdogan ji bo rêziknameya nû wiha dibêj: “Hikûmetê careke din nîşan da ku dê bi hiqûqa dijminatiyê tevbigere.”

Îro bi Biryarnameya Serokomariyê re ‘Rêziknameya Sererastkirina Înfazê’ di Rojnameya Fermî de bi Hejmara 2324’an hate weşandin. Di vê çarçoveyê de rêziknameya 2006’an ji meriyetê hate rakirin û li şûna wê rêziknameya nû hate bicihkirin.

Rêziknameya guhertina înfazê ku ji hêla cemaweriyê ve weke ‘Efû’ jê re dihat gotin, hefteya borî ji aliyê AKP’ê ve hatibû amadekirin û pêşkêşî partiyên siyasî hate kirin. HDP’ê bertek nîşan dabû. Li gel ku AKP’ê pêşnûma amade kir jî ji aliyê serokomariyê ve guhertina înfazê bi biryareke wiha kete meriyetê.

‘Rêbaza hatiye bikaranîn li dijî zagonan e’

Têkildarî biryarnameyê parêzera Komeleya Hiqûqnasên ji Bo Azadiyê (OHD) Nûray Ozdogan axivî. Ozdogan diyar kir ku bêyî ku pêşnûma bibe zagon hatiye guherandin û ev yek jî li derveyî zagonan e. Ozdogan wiha domand: “Di van rojan de hemû kes li bendê bû ku hikûmet li gorî rêgeza wekheviyê tevbigere. Lê desthilatdariyê vîna meclisê binpê kir û bi hinek guhertinan re rêzikname di rojnameya fermî de ragihand. Mixabin ev bêqûqî ji vîrûsê bileztir belav dibe. Ev rêziknameye mafê girtiyan napêreze. Mafê wan ê tenduristiyê naparêze.”

Bi domdarî Ozdogan wiha bal kişand ser çend sererastkirinên di rêziknameyê de:

“*Di xala 32’yemîn de wiha tê gotin; ‘Li gorî sererastkirina navxweyî ya saziyan; li girtîgehên bi ewlehiya bilind û li beşên bi ewlehiya bilind a girtîgehên din de, dê di girtekên der barê girtî û hikûmxwaran de hatine amadekirin, sicîla peywirdaran bê nivîsandin lê navên wan nayên nivîsandin. Agahdarnameyên der barê wan de jî dê ji girtîgehên ku lê dixebitin re bên şandin.’ Ji xwe li saziyên înfazê gelek binpêkirin hene. Mirov dikare vê sererastkirinê weke ‘Sererastkirina bêcezahiştinê’ binirxîne.

“* Li gorî sererastkirina taloqkirina cezayê ku di xala 42’yemîn de hatiye destnîşankirin, jinên ducanî an jî yên ku li ser welidîna wan 6 meh derbas nebûn, cezayê wan dikare 6 mehan bê taloqkirin. Lê yên ku ji bo înfazkirina cezayê wan 6 sal mane û kesên bi talûke tên dîtin, dê nekarin ji vê sererastkirinê sûd bigirin. Her wiha nexweşên giran û astengdarên ku nikarin jiyana xwe bidomînin jî, heke ku ji bo ewlehiya civakê talûke nebe, dikare heta ku baş dibe cezayê wan bê taloqkirin.

* Li gorî xala 43’yemîn ku beşa sererastkirina taloqkirina înfazê ya hikûmxwaran e, tê destnîşankirin ku di sûcên bi qesdî de heta 3 salan, di sûcên bitexsîr ên di bin 5 salan de bi şertê ku salekê derbas neke, dikare 2 caran biryara taloqkirinê bê dayîn. Lê ev yek ji bo girtiyên ji dozên rêxistina terorî, êrîşên zayendî û disiplînê girtî derbasdar nîne.

Dijminatiya li dijî zimanê kurdî

* Di xala 56’emîn de jî tê gotin ku maf û berpirsyariyên girtiyan ên ku bi zimanê tirkî nizanin dê di zimanê wan de, heke ev yek nepêkan be jî dê bi zimanên fransizî, almanî û ingilîzî bên vegotin. Di sererastkirinê de qala zimanê kurdî nehatiye kirin. Lê bi hezaran girtiyên ku zimanê wan kurdî ye, di girtîgehan de ne.

Mafê parastinê tê binpêkirin

* Li gorî xala 72’yemîn, êdî di dema sûcên weke ‘teror’ê de dewlet bi awayeke fermî dikare li belgeyên parêzeran lêkolîn bike.

* Bi biryara dadgeran re êdî kesên ji ‘sûcên teror û çetetiyê’ tên darizandin, dikarin 3 mehan bi cîhazên teknîkî bên guhdarkirin. Ger dadger pêwîst bibîne, dikare vê demê dirêjtir jî bike. Ango bi awayeke bêperwa dikarin girtiyan guhdar bikin û mafê parastinê binpê bikin.

* Heke guman hebe ku ‘ewlehiyê dixe xetereyê û peyamên rêxistinê radigihîne’, dewlet dikare belgeyên parastinê yên parêzeran lêkolîn bike.

* Li gorî xala 87’emîn a rêziknameya berê girtiyan dikarî ji weşanên demkî an jî domdar sûd bigirta. Lê bi sererastkirina nû re êdî ev maf hatiye rakirin û beriya ku bê qedexekirin, lijneya rêveberiyê dikare hemû weşanên weke muxalîf tên dîtin qedexe bike.

* Li gorî rêziknameyê ji bo girtîgehên ku derfetên wan hene, mafê telefonê ya bidîmen hatiye dayîn lê ev jî hatiye bisînorkirin. Li gorî vê, lijneya rêveberî û çavdêriyê di sûcên teror û berjewendiyan de dikare vî mafî binpê bike.

* Serdanên nûnertî yan jî konsolosxaneyên hikûmetên biyanî di vê rêziknameyê de cih negirt.

* Nediyariya têkildarî cezayên disiplînê didome. Sererastkirinên li gorî rêziknameya din hîn aloztir û li dûrî rêgeza ewlehiya hiqûqê hatine bicihkirin.

* Bi sererastkirinên di rêziknameya nû de re êdî her girtîgeh dikare li gorî keyfa xwe sepanên cuda bixe meriyetê. Sererastkirinên ku rê li ber keyfiyetê vedikin jî li dijî qanûna bingehîn e. Di sererastkirina der barê veguhestinê de mafê daxwaza girtiyan nehatiye qebûlkirin. Girtiyên siyasî bi nêzikatiya cezakirinê vediguhêzînin girtîgehên dûr.

* Bi vê rêziknameyê re hikûmetê careke din nîşan dan ku dê li gorî hiqûqa dijminatiyê tevbigere.” ENQERE

Dikarî Biecibînî