Ji bo girtiyan 39 saziyan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin

Ji bo sererastkirina wekhev a di hiqûqê de, bi pêşengiya MED TUHAD-FED’ê bi sernavê ‘Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev’, kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin

Bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştgiriya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê bi sernavê ‘Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev’ kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. Armanca kampanyayê berhevkirina milyoneke îmzeyan e.

Daxuyaniya têkildarî kampanyayê ya 39 partî, rêxistin û saziyên civakî wiha ye:

“Wekî ku tê zanîn ji 31’ê kanûnê 2019’an heta niha vîrûsa koronayê (Covid-19) ji bajarê Wuhan ê Çînê derket û di demek kin de belavî tevahî cîhanê bû. Saziya Tenduristiyê ya Cîhanê ev rewş weke Bapêşê (Pandemî) ragihand. Ev bapêş wekî welatên din, li Tirkiyeyê jî belav bû û ji ber vê yekê hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan zêde bû. Di serdema ku li cîhan û Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina vê bapêşê ewlehî hate girtin de careke din tevdîrên parastina tenduristiyê û mafê jiyanê ya girtiyan kete rojevê.

Di peymanên navneteweyî û neteweyî de bêyî cihêkariyê, mafê xizmetê û xwe gihandina xizmeta tenduristiyê ya girtiyan bi awayekî wekhev û li gorî rûmeta mirovahiyê hatiye diyarkirin.

Li gorî agahiyên ji çapemenî û ji malbatên girtiyan hatine wergirtin, li girtîgehan tu tevdîr nehatine girtin, pêkanînên ku jiyana mirovan dixe talûkeyê pêşketine, amûrên paqijiyê nehatine belav kirin, gardiyan û leşker bêyî ku maske û lepikan li xwe bikin di nava qawîşan da lêgerînan dikin. Dîsa girtiyên kalepîr û nexweşên kronîk arasteyî nexweşxaneyan nehatine kirin. Li ser kapasîteya qawîşan de girtî lê hatine bicihkirin, xwarinên paqij nayên çêkirin û girtî nikarin têr xwarinê bixwin. Jixwe gelek girtî û hikûmxwar ji ber ketibûn greva birçîbûnê, bedena wan gelek zirar dîtibû û parastina wan a li hemberî virûsê jî nebaşe. Ji ber van û gelek sedemên din aşkera xuyaye ku jiyana girtî û hikûmxwaran di bin rîskeke mezin de ye û ev yek me tevahiyan eleqedar dike.

Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîseriya Mafên Mirovan diyar kiribûn ku kesên girtî bêparastin in û ji ber ku rîsk mezin dibe, xwestibûn ku bêyî cihêkariya fikr û ramanên siyasî, hemû girtî bên berdan. Bangeke bi vî rengî ji hela gelek saziyên tenduristiyê û mafên mirovan ên navneteweyî ve jî hatibû kirin.

Ji ber jiyana bi hezaran girtî û hikûmxwaran di bin talûkeyeke mezin de ye, bi awayeke wijdanî û exlaqî ev yek me tevan eleqedar dike. Li hemberî vê talûkeyê divê tevahî mirovên bi wijdan û xwedî exlaq ji bo girtî di girtîgehan de neyên hiştin teqez xwedî helwest bin.

Di demên dawî de pakêta ji bo cezayên înfaza girtiyan bê derxistin a newekhev û li gel pêşniyar û hişyariyên rêxistinên saziyên navneteweyî li ber çavan nayên girtin, tê rojeva meclisê. Vîrûsa koronayê bêyî cudahî, gefê li jiyana hemû girtiyan dixwe. Lê mixabin pakêta ku tê xwestin bê derxistin cudahiyê di nava xwe de dihewîne û tu aliyê qebûlkirina vê paketê di nava civakê de nîne.

Em saziyên ku navê wan li jêr hatiye nivîsîn berî ku ji girtîgehan darbest derkevin û bêyî cudahî, divê hemû girtî bên tehliyekirin. Ji îro û şûnve em kampanyaya îmzeyan didin destpêkirin. Em careke din wekî daxwaz dibêjin ku; mafê jiyanê ya girtî û hikûmxwarên ku di bin temînata dewletê de ye, ji bo parastina mafê wan ê tenduristî û ewlehiya mafê jiyana wan divê ji bo hemû girtiyan bi awayekî adilane û wekhev cezayê înfazê bê sererastkirin. Divê bê çavderîkirin ku jiyana hemû girtî û hikûmxwaran di bin talûkeyê de ye û divê bên tehliyekirin.

Sazî  û rêxistinên ku tev li kampanyayê bûn wiha ne;

Komeleya Wêjevanên Mezopotamyayê

Platforma Koçberiyê

Komeleya Jinan a Rosa

Tevgera Ekolojîk a Mezopotamyaye

KESK

Komeleya Wêjekarên Kurd

Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD)

Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (KDE)

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)

Tevgera Jinên Azad (TJA)

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

MEBYA DER

MED TUHAD-FED

ÖHD

PENa KURD

Hewla 78’yan

Meclisa Dayikên Aştiyê

Komeleya Jinan a Star

ANYAKAY-DER

Odeya Tabîbên Amedê (TTB)

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)

Partiya Demokratên Kurdistan-Tirkiye

Partiya Demokratên Kurdistan (PDK-Bakur)

Komeleya Çand û Şoreşgerên Demokrat (DDKD)

Partiya Azadî

Partiya Însan û Azadî (PÎA)

Komeleya Mala Jiyanê (Riha)

Şanoya Bajar a Amedê

Komeleya Sînema ya Rojhilata Navîn

Navenda Çand a Mezopotamyayê (NÇM)

Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle (KÇHD)

Komeleya Berî Her Tiştî Zarok

Komeleya Jinan a Çand Huner û Wêjeyê

Komeleya Çand û Huner a Aryen

Komeleya Çand û Huner a Meyman

Şanoya Mencel

Şanoya Nûpelda

Lijneya Koordînasyonê ya TMMOB a Amedê.”

Kesên ku bixwazin xwe bigihînin naveroka kampanyayê dikarin li ser vê linkê bişopînin: http://chng.it/cDBT4Q5DjL 

AMED

Dikarî Biecibînî