Cenazeyê Miryem Qazî li Kelarê hate oxirkirin

Cenazeyê şehîdê nemir Qazî Mihemed, Miryem Qazî ku di 15’ê adarê de jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesiyeta wê îro li Kelarê hate oxirkirin

Keça damezirîner û serokomarê Komara Kurdistanê şehîdê nemir Pêşawa Qazî Mihemed, Miryem Qazî ku di 15’ê adarê de ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Ûrdinê jiyana xwe ji dest dabû, îro li ser wesiyeta wê li cem hevjînê wê Serdar Caf li Goristana Kevin a Kelarê hate oxirkirin.

Miryem Qazî nivîskar û çalakvana mafên mirovan bû. Nexweşa penceşêrê li Miryem Qazî hebû û di 15’ê adarê de li paytexta Ûrdinê Emmanê koça dawî kir. Li ser wesiyeta wê, cenazeyê wê îro bi balafirê anîn Silêmaniyeyê û li Goristana Kevin a Kelarê li cem gora hevjînê wê Serdar Caf hate veşartin.

Ji ber virûsa koronayê û qedexeya lidarxistina merasîmên sersaxiyê, tu merasîmek ji bo cenaze nehat lidarxistin. Tenê hinek xizmên wê û malbata hevjînê wê di dema spartinê de amade bûn.

Têkildarî mijarê Hisên Caf axivî û got ku xizmên Miryem Qazî piştî veşartina cenaze dê herin Hewlêrê û dema qedexeya derketinê û metirsiya virûsê xelas bû, dê taziyeyê danin. SILÊMANIYE