‘Pakêta AKP’ê ji bo mafya û çeteyan hatiye amadekirin’

Ji ber vîrûsa koronayê metirsiyeke mezin li ser girtîgehan heye. Malbatên girtiyan da zanîn ku zextên li ser girtiyan girantir bûne û li girtîgehan tu tevdîr nehatine girtin. Li hêla din siyasetmedar û parêzeran jî got ku pakêta darazê ya AKP’ê, ji bo sûcên rêxistinên organîze, mafya û çeteyan hatiye amadekirin

Navenda Nûçeyan |

Vîrûsa koronayê (Covîd-19) di serî de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li her deverên cîhanê bi lez û bez berbelav dibe. Li Bakur û Tirkiyeyê bi taybet jî girtîgeh, qadên herî bi rîsk tên dîtin. Ji bo berdana girtiyan, malbatên girtiyan, parêzvanên mafên mirovan û siyasetmedar bal dikişînin ser rewşa girtîgehan û dixwazin ku girtî hemû bên berdan. Lê hikûmeta AKP-MHP’ê bi hevre pakêta qanûna înfazê amade kirin û pêşkêşî meclisê kirin. Li gel rexneyên rêxistinên civakî û partiyên muxalîf jî, di pakêtê de girtiyên siyasî sûdê nagirin.

Bi pêşengiya MED-TUHAD-FED’ê, 39 sazî û rêxistinên civakî û partiyên siyasî ji bo di înfazê de rêgeza wekheviyê pêk bê, bi sernavê ‘Em di înfazê de wekheviyê dixwazin, ji bo her kesî edaleta wekhev’ kampanya dabûn destpekirin. Kampanya niha bi tevlêbûna 63 saziyan berdewam dike. Li hêla din jî gelek girtiyên nexweş di bin rîskeke mezin de ne û zext û zordariya li ser girtiyan jî her ku diçe girantir dibin.

Sabûnê bi 50 lîreyan difiroşin girtiyan

Têkildarî mijarê ji girtiyan Omer Ozmen ku li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa T a Hîlwan a Rihayê dimîne bi rêya telefonê binpêkirinên li girtîgehê ji malbata xwe re vegotin. Ozmen diyar kir ku ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê li girtîgehê tu bergirî nehatine girtin û ev agahî dan dayika xwe Zeynep Ozmen: “Tenduristiya me tune tê hesibandin. Di qawîşa me de 18 kes hene û 4 jê li erdê radizên. Alavên paqijiyê nadin me û dibêjin ji xwe re bikirin. Sabûnê bi 50 lîreyan difiroşin me. Qawîşên me nehatine dezenfektekirin, gardiyan bêyî maske û lepik digerin û radyo û pirtûkên me jî ji me stendine.”

‘Pakêta nû tenê ji bo diz û tecawizkaran e’

Birayên girtî Mehmet Şerîf Dayan (39) ku ev 7 sal in girtiye li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê û Mehmet Saît Dayan (45) ku ev 27 sal in girtî ye jî li Girtîgeha Jimar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê tê girtin. Birayê wan, Abdulkadîr Dayan (42) ji ewil bertek nîşanî pakêta darazê da û xwest ku girtiyên siyasî ji vê pakêtê sûd wergirin. Dayan got ku pakêta nû tenê ji bo tecawizkar û dizan e.

Girtiyê nexweş ê 80 salî nayê berdan

Li hêla din rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan (80) ku bi îdiaya ‘Têkiliya wî bi kuştina fermandarê cendirmeyan Bahtiyar Aydin re heye’  ev 26 salin girtî ye jî her ku diçe xerab dibe. Ozkan niha jî tevîkurê xwe Ahmet Ozkan li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dimîne. Keça Ozkan, Selma Ozkan bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got; “Em duh bi telefonê axivîn. Dengê wî gelek nexweş dihat. Jixwe di 31’ê adarê de rakiribûn revîrê. Ez bang li her kesî dikim ku piştevaniya kampanyaya îmzeyan a MED TUHAD-FED’ê.

Banga têkoşîna hevpar kir

Dayika girtî Mehmet Akpolat (45) ku ev 26 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimîne, Hanîfe Akpolat jî ev tişt anî ziman: “Kurê min rastî îşkenceyeke giran hatibû. Di îşkenceyê de binên pê wî teqiya bûn û pênc emeliyat derbas kirin. Carekê jî ji serê xwe emeliyat bûye. Nexweşiya wî ya behntengiyê heye. Tenê daxwazeke min heye. Bêyî ku ji girtîgehan cenaze derkevin, bila her kes destê xwe dane ser wijdana xwe û bi me re têkoşîneke hevpar bikin.”

Xwîn rijiya ser mejiyê Kaya lê dîsa jî nehat berdan

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya jî li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T a Osmaniyeyê dimîne. Di 25’ê adarê de qeyrana dil derbas kir û xwîn çûbû ser mejiyê wî. Kaya 10 rojin li Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê tê dermankirin. Kaya 5 rojan li beşa venêrtina zêde hat girtin û di 30’ê adarê de rakirin qawîşa girtiyan. Parêzer Şiyar Rişvanoglu ji bo ku muwekîlê wî bê berdan û înfaza wî bê taloqkirin serî li Hekîmê Înfazê yê Osmaniyeyê da.

‘Ger vîrûs bikeve girtîgehan dê komkujî çêbibe’

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî der barê kampanyaya îmzeyan û qanûna înfazê de axivî û wiha got: “Li dijî belavbûna vîrûsê divê ji bo girtiyan tiştek bê kirin. Ji ber vê jî me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Di nava paketa qanûnê de cihêkarî heye û ji bo girtiyên siyasî tiştek tê de nîne. Em ê li hemberî vê bêdeng nemînin. Divê qanûn bê berfirehkirin û girtiyên siyasî jê sûd wergirin. Ger vîrûs bikeve girtîgehan dê komkujî çêbibe. Hewceye em dengê xwe bigihînin wezîrê dadê û ji bo vê jî bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin kampanyaya îmzeyan.”

‘Divê hemû girtî ji pakêta darazê sûd wergirin’

Têkildarî mijarê serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê parêzer Zafer Încîn jî got ku rêveberiyên girtîgehan pêvajoya şewba vîrûsa koronayê ji xwe re kiriye firsend û binpêkirinên li girtîgehan zêde kirine. Încîn diyar kir ku girtîgeh baş nayên dezenfektekirin û alavên paqijiyê jî bi bihayeke giran didin girtiyan. Încîn anî ziman ku heke şewb li girtîgehan belav bibe dê bi xwe re karesatên mezin bîne. Încîn xwest ku di serî de girtiyên nexweş,bêyî şert û merc divê qanûneke înfazê ya ku her kesî daxilî nav xwe dike bê amadekirin.

‘Bi pakêta darazê re şertên hiqûqa navneteweyî tên binpêkirin’

Parêzerên ji Mêrsînê Ozgur Çaglar, Selçûk Bînîcî û Gazî Încî jî der barê pêşnûmeya sererastkirina înfazê ku AKP-MHP’ê di 31’ê adarê de pêşkêşî meclise kirin de axivîn. Parêzeran got ku di vê pakêtê de edalet, wekhevî û şertên hîqûqa navneteweyî hatine binpêkirin. Parêzeran destnîşan kir ku dervehiştina girtiyên siyasî li dijî şertê wekhevî û heqaniyetê ye û bi vê yekê re hikûmet, girtiyên siyasî terkî mirinê dike. Parêzeran daxuyand ku armanca bingehîn a vê pakêtê ew e ku endamên rêxistinên sûc û alîkarên wan ên MHP piştgiriya wan dike, bên berdan.

‘Pakêta sûcê rêxistinên organîze, mafya û çeteyan e’

Di heman mijarê de parlamenterê HDP’ê yê Mûşê parêzer Mensûr Işik jî axivî û wiha bertek nîşan da: “Bi vê zagona înfazê re cihêkariyê dixin nava civakê. Ev nêzîkatiyek klasîk a bloka faşîst a AKP-MHP’ê ye. Tu aliyekî sincî û zagonî ya vê qanûna înfazê nîne. Ev pakêt ji bo sûcên rêxistinên organîze, mafya û çeteyan hatiye amadekirin. Li gelek welatan girtiyên siyasî hatin berdan. Divê bi wesîleya 100’emîn sala Melisa Tirkiyeyê efûya giştî ku her kesî dixe nava xwe, derxînin.”

Dikarî Biecibînî