Komeke endezyarên Amûdê cîhazeke bêhnkişandinê çêkirin

Komeke endezyaran ên ji Amûdê, li ser daxwaza Heyva Sor a Kurd, cîhazeke bêhnkişandina sinaî pêş xist. Endamên komê diyar kirin ku cîhazê wan bi rêk û pêk dixebite û dê piştî şêwirên bi Desteya Tenduristiyê re, cîhaz bikontrol bê bikaranîn

Li piraniya welatên cîhanê ji ber vîrûsa koronayê (Covîd-19) tirs serwer e. Navendên tenduristiyê yên cîhanê ji bo têkoşîna li dijî vîrûsê, li derman û alavan digerin. Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) nîşaneyên vîrûsa koronayê bi germahiya laş û kuxikê dest pê dike, piştre nexweş bi zehmetî bêhnê digirin û pêwîstiya xwe bi bêhnkişandina sinaî û lênêrîna tenduristiyê ya taybet li nexweşxaneyê çêdibe.

Di serdemeke wiha ya krîtîk de komeke teknîkê ku ji endezyarê elektrîkê Mehmûd Mihemed Xêr, teknîkvanê elektrîkê Mesûm Silêman û teknîkvanê elektrîkê Serdar Tahir Selîm ên ji Amûdê pêk tê, hewl dide nimûneyeke cîhaza bêhnkişandina sinaî bi pêş bixe. Der barê xebatê de endamên komê ji ANHA’yê re axivîn.

Di 3 rojan de cîhazek çêkirin

Têkildarî mijarê Serdar Tahir diyar kir ku li ser daxwaza Heyva Sor a Kurd, ew li ser pêşxistina nimûneya cîhazeke bêhnkişandina sinaî dixebitin. Komê di 3 rojan de nimûneya yekemîn a cîhazê çêkir ku dikare nefesa ku nexweş dikişîne û dema wê kontrol bike. Têkildarî cudahiya di navbera cîhaza ku çêkirin û yên niha li nexweşxane û navendên tenduristiyê tên bikaranîn jî Tahir wiha got: “Em hewl didin li gorî pêdiviyên heyî, vê cîhazê pêş bixin. Ev cîhaz dikare bêhnkişandin û bêhnberdanê kontrol bike. Piştî şêwirên bi kadroyên tenduristiyê û Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê re, dê bikeve xizmetê.”

‘Ger tu xeyal bikî dê pêk bên’

Endezyar Mehmûd Mihemed Xêr jî destnîşan kir ku cîhaza ku ew bi pêş dixin li gorî şertên teknîk ên cîhanî hatiye çêkirin û wiha domand: “Em hewl didin alavên pêwîstiya gelên herêmê pê heye, çêkin. Em bi vê baweriyê dixebitin. Heke tu xeyal bikî dê xeyalên tê pêk bên.”

‘Bi rêk û pêk dixebite’

Ji endamên komê Mesûm Silêman jî daxuyand ku ger ev cîhaz bê pêşxistin, dê zexta li ser kadroyên tenduristiyê bi rêjeyeke mezin kêm bike, bi taybetî ji bo kesên destwerdana lezgîn dikin. Silêman anî ziman ku pêwîstiya cîhazê bi çavdêriyê tune ye, ji ber ku bi rêk û pêk û li gorî pêwîstiyê dixebite.

Tê payîn ku nimûneya cîhaza bêhnkişandina sinaî di demeke nêz de bi dawî bibe û dê bi awayekî bikontrol bê bikaranîn. AMÛDÊ

Dikarî Biecibînî