Dewleta tirk boriya avê ya ku av dida Heseke û Til Temirê teqand

Dewleta tirk ku navenda avê ya Elûkê li ser herêmên Rêveberiya Xweser qut kiribû, niha jî boriyên avê yên li gundê Um El Kêfê ku avê dide Heseke û Til Temirê bi bombebaranê teqandin

Artêşa tirk a dagirker piştî ku li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av qut kirin, vê carê jî xetên avê teqandin. Li gorî agahiyan, dewleta tirk bombe li xeta avê ya gundê Um El Kêf a ku avê dide Hesekê û Til Temirê barand. Di bombebaranê de boriya avê teqiya.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk ji navenda ava Elûk a li nêzî Serêkaniyê ye, ava ji bo qadên Rêveberiya Xweser diçe qut kiribû.

Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) diyar kiribû ku qutkirina avê di serî de ji bo zarok û jinan, xetereyeke cidî çêdike û gotibû ‘Ev nayê qebûlkirin.’ HESEKÊ

Dikarî Biecibînî