‘Pergala Îmraliyê îro li hemû civakê hatiye ferzkirin’

Ji parêzerên Ocalan, Faîk Ozgur Erol got ku li ser Ocalan ev 19 sal in tecrîdeke bênavber didome. Erol diyar kir ku pergala Îmraliyê di nava demê de li ser hemû civakê hate sepandin û wiha axivî: “Tevî tecrîda heyî û rewşên aloz jî Ocalan her dem di giftûgoyê de israr dike.”

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 21 salin li Girtîgeha Tîpa F a Bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê de di yek hucreyê de tê girtin. Heyeta Îmraliyê herî dawî di 5’ê nîsana 2015’an de çû Îmraliyê. Piştî qutkirina hevdîtinan jî şer û alozî kûr bû. Parêzerên Ocalan jî di 27’ê tîrmeha 2011’an de çûn Îmraliyê û heta 8 salan hevdîtin hatibûn qedexekirin. Parêzer piştî 8 salan yekem car di 2’yê gulana 2019’an de çûn Îmraliyê. Piştî ziyareta 5 caran herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de çûn Îmraliyê. Parezer ji 7’ê tebaxê heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin lê serlêdana wan bê encam dimînin. Serlêdanên malbatê jî bi heman awayî bêencam dimîne. Herî dawî piştî agahiya ku li Îmraliyê şewat derketiye, birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 3’yê adarê de çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kir. Ocalan, di peyama xwe de diyar kiribû ku ew hêj li ser fikra deklaresyona Newroza 2013’an e û ji bo çareseriyê amade ye.

Ji parêzerên Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Ocalan di giravekê de di hucreyekê de bi tena serê xwe tê girtin. Lê tevî vê jî dibêje aştî. Di statuya Girtîgeha Îmraliyê de pîvanên tîpên F, D an jî tîpa L nînin. Statûyeke bi serê xwe ye. Dê mevzuadê de ji bo Îmraliyê zagoneke taybet nîne. Lê di pratîkê de rejîmeke taybet heye. Bingeheke vê ya hiqûqî nîne. Aliyên vê yên polîtîk, îdarî û hiqûqî hene. Bi pergalek taybet a hiqûqê tê rêvebirin.”

‘Pergala li Îmraliyê li ser civakê dixin meriyetê’

Erol destnîşan kir ku pergala li Îmraliyê wekî teknîka rêveberiyeke nû pêş ketiye û wiha dom kir: “Ev pergala teknîkê her ku diçe li ser hemû civakê tê ferzkirin û li her derê dixin meriyetê. Wekî rêbaza rêveberiyê li ser civakê ferz dikin. Dema em dibêjin ‘Pergala tecrîda Îmraliyê’ mirov nikare tenê li ser sînorkirina ziyareta çend parêzer û malbatê pênase bike. Raste tecrîda Îmraliyê di hin serdeman de pir giran bû. Di navbera tîrmeha 2011’an heta gulana 2019’an tu parêzeran nekarî biçin Îmraliyê. Dîsa ji 5’ê nîsana 2015’an heta 2’yê gulana 2020’an tu hevdîtin nehatin kirin. Di vê pêvajoyê de tecrîd pir giran bû. Lê ev tecrîda giran bi tena serê xwe nikare pêvajoya tecrîda ji sala 1999’an heta niha pênase bike.”

‘Tevî tecrîdê jî di giftûgoyê de bi israr e’

Bi domdarî jî Erol ev tişt destnîşan kir: “Sepanên xwe yên ji 2016’an heta niha ku li Kurdistanê piştî OHAL’ê xistin meriyetê, li temamiya Tirkiyeyê belav kirin. Ev sepane bingeha xwe ji pergala Îmraliyê digirin. Ji sala 1999’an ve tecrîdeke bi rêk û pêk heye. Ocalan dem bi dem di hevdîtinê xwe de taybetiya vê tecrîdê vegot. Weke neqebeke teng a ku mirov têde nikare li çep û rastê xwe bizîvire pênase kir. Rojane tên şopandin û hemû hevdîtin û axaftin tên qeydkirin. Mafê ragihandinê nîne. Zêdetirî 10 sal in tenê bi radyoya yek qanalî derve dibihîze. Mînakeke wiha li girtîgehên din nîne. Balkêşe ku di serdemên herî xerab de jî di giftûgoyê de israr dike.”

‘Qanûnên Ocalan’

Di berdewamê de jî Ergol bi lêv kir ku pergala Îmraliyê piştî sala 2000’an di pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê de dest pê kir û wiha pê de çû: “Ev di polîtîkayên di hiqûqa Tirkiyeyê de asta şikandinê bû. Li welat pergala înfazê ya tecrîdkirinê ji salên 90’î ve tê nîqaşkirin. Lê pratîka wê di 19’ê kanûna 2000’î de dest pê kir û ji bo girtîgehên Tîpa F kete meriyetê. Piştre hemû pêşnûmeyên hiqûqî li gorî Îmraliyê hatin sererastkirin. Ji efûyê û efûya xwendekaran bigirin heta biryarên berdanên bi şert, hevdîtinên parêzeran ên di girtîgehan de, krîterên qedexekirina parêzeran, dîsa biryarên di darazê de, hemû weke ‘Qanûnên Ocalan’ hatin nîqaşkirin û sererastkirin.”

‘Sedema şer û aloziyan pergala tecrîdê ye’

Faîk Ozgur Erol diyar kir ku têgîna ewlekariya hiqûqî ji holê hatiye rakirin û wiha domand: “Dadgeha Bilind a Ingilistanê di biryareke xwe de ji bo Guantanamoyê di got; ‘Kuna tarî ya hiqûqî.’ Rejîma Îmraliyê jî bi hemû taybetmendiyên xwe dişibe Guantanamoyê. Pergala tecrîdê bandorê li siyaset û hiqûqa Tirkiyeyê dike. Ji ber tecrîdê pirsgirêka kurd didome, rewşa şer a heyî didome û di polîtîkayên neteweyî û navneteweyî de pênaseyên ‘gef û terorê’ rewa dikin. Di 5’ê nîsana 2015’an de hevdîtinên li Îmraliyê hatin birîn. Di 24’ê tîrmeha 2015’an de dawî li pêvajoya çareseriyê anîn. Piştre qedexeyên derketina kolanan, operasyonên derveyî sînor, hewldana darbeyê, îlankirina OHAL’ê, sererastkirinên biryarnameyan, krîzên aborî û siyasî derketin holê. Sedema van jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ye.”

Vîrûsa koronayê

Herî dawî jî Erol bal kişand ser vîrûsa koronayê û ev tişt destnîşan kir: “Divê em bizanin bê ka li Îmraliyê ji bo vîrûsa koronayê bergiriyên pêwîst hatine girtin an na. Tecrîda heyî venêrîna di vê mijarê de asteng dike. Bi mijarê girêdayî me serlêdan kirin. Divê ku kîtên testan bibin Îmraliyê û tevî muwekîlên me, kesên ku bi wan re têkilî datînin jî di van testan re derbas bibin. Lê serlêdanên me hêj bêbersivin.” ENQERE

Dikarî Biecibînî