Hêzên rejîmê li navenda Qamişloyê seyare gulebaran kirin

Hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê li nêzî Çarxerêya Sibeh Behrat a Qamişloyê seyareyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Şaredariyê gulebarankirin. Di encamê de ajokarekî jiyana xwe ji dest da û endamekê hêzên ewlekariyê jî birîndar bû

Çend kêlî beriya niha endamên hêzên rejîma Sûriyeyê li seyareyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û ên girêdayî Şaredariya Gel a Qamişloyê ku li nêzî Çarxerêya Sebeh Behrat a naverasta Qamişloyê re derbas dibûn, gule reşandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Sebrî Elî birîndar bû û ajokarê seyareyê Ciwan Salih jî şehîd bû.

Hat zanîn ku nakokiya li cihê bûyerê û li herêma derdora wê didome. QAMIŞLO

 

 

Dikarî Biecibînî