‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’

Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan di vê hefteyê de aqûbeta Talat Turkoglu, Aydin Tekay û Sabahattîn Alî pirsîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku divê aqûbeta windakiriyan bê zelalkirin û kujerên wan jî bên darizandin

Navenda Nûçeyan |

Ji bo dîtina kesên ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan en Amed û Îzmîrê di vê hefteyê jî daxuyanî dan. Ji ber vîrûsa koronayê ev demeke Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan nikarin çalakiyan li dar bixin.

Di vê çarçoveyê de Dayikên Şemiyê di hefteya 784’emîn de li ser hesaba xwe ya twîtterê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de aqûbeta Talat Turkoglu ku serokê Partiya Karkeran ê wê demê ku di 29’ê adara 1996’an de di binçavan de hatibû windakirin, pirsin. Li ser navê xizmên windayan xwişka Turkoglû, Munube Turkoglu Yeprem daxuyanî da.

‘Dawî li bêcezakirina dosyeya Turkoglu bînin’

Yeprem da zanîn ku birayê wê 24 sal in winda ye û wiha got: “Dosyeya wî înkar dikin û kujer bêceza hatine hiştin. Birayê min kesek çepgir bû. Ew li navçeya Avcilar a Stenbolê dima. Beriya ku were windakirin, 4 caran hatibû binçavkirin. Îşkenceya giran lê hatin kirin. Bi salan di girtîgehê de ma. Piştî hat berdan jî di 29’ê adara 1996’an de xwest biçe Edîrneyê serdana dayika xwe. Ji Stenbolê heta Edîrneyê ji hêla polîsan ve hate şopandin. Di 1’ê nîsana 1996’an de ji Edîrneyê vegeriya mala xwe ya Stenbolê û ji wê rojê ve tu xeber jê nehatine girtin. Me wek malbata wî serî li gelek sazî û dezgehên neteweyî û navneteweyî da lê hemû bêencam man. Tevî endamên JÎTEM’ê li xwe mikûr hatin jî lê ev mikûrbûn bi kêrî tiştekî nehat. Tevî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo lêpirsîna birayê min Tirkiye mehkûm kir, tu tiştek jê derneket û hemû serlêdanên me dîsa hatin redkirin. Em bang li Dadgeha Destûra Bingehîn dikin ku dawî li bêcezakirina dosyeya Turkoglu bîne.”

Aqûbeta Aydin Tekay pirsîn

Çalakiya Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê ya bi dirûşma ‘Bila winda bên dîtin û kujerên wan bên darizandin’ jî kete hefteya 582’yemîn. Vê hefteyê jî Komîsyona Windayan a ÎHD’ê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya vê hefteyê de aqûbeta Aydin Tekay ku di 11’ê nîsana 1984’an de li navçeya Licê ya Amedê ji aliyê leşkeran ve hatibû revandin û careke din agahî jê nehat girtin, hate pirsîn. Di daxuyaniyê de çîroka windabûna Tekay hate vegotin û hat xwestin ku kujerên wî bên dîtin û darizandin.

‘Divê cihê gora Sabahattîn Alî bê aşkerakirin’

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê jî di vê hefteyê de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî ku dixwest di 31’ê adara 1948’an de ji Stenbolê biçe derveyî welat û hatibû qetilkirin hate pirsîn. Di daxuyaniyê de çîroka Alî hate vegotin û ev tişt hatin destnîşankirin: “Sabahattîn Alî di 2’yê nîsana 1948’an de xwest sînorê Kirklareliyê derbas bike. Lê bi derba ji serê xwe xwarî jiyana xwe ji dest da. Çend mehan piştre cenazeyê wî ji hêla şivanan ve hate dîtin. Dewletê got ku dê li ser cenazeyê wî lêkolînê bikin lê cenaze ji holê hate rakirin. Ev 72 sal in mîna hemû cînayetên kiryarnediyar, di cînayeta Sabahattîn Alî de jî şopa tiliyên kujeran hene. Divê cihê gora Alî bê aşkerakirin.”

Dikarî Biecibînî